Dê 8’ê Adarê jin bêjin ‘Li şidetê nenêre mudaxele bike’

11:04

 


Eylem Daş-Rozerin Tekin/JINHA


STENBOL Dê îsal jin bi duruşma ‘Li şidetê nenêre mudaxele bike’ di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de dakevin qadan. Aktîvîsta Hevgeritina Femînîstên Stenbolê (ÎFK) ê Ferîde Eralp diyar kir ku dê îsal şideta mêran û li hemberî wê tekoşîna jinan bigirin dest. Ferîde da zanîn ku ew weke Platforma 8’ê Adarê dê di mitînga 8’ê Adarê de balê bikişînin ser berxwedana Kobanê û li hemberî şideta mêran di parastina cewherî de giringiya YPJ’ê.


Dê îsal Platforma 8’ê Adarê û jinên feminist bi duruşma ‘Li şideta mêran ne nêrin mudaxele bikin’ bikevin 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê. Aktîvîsta ÎFK’ê Ferîde Eralp destnîşan kir ku dê îsal 8’ê Adarê bi cînayetên jinan û gotinên mêran yên avakirina şidetê neçe. Ferîde derbirî ku dê bi qetilkirina Ozgecan Aslan li Mêrsînê ji aliyê hişmendiya mêran ve pêşî li şideta mêran bigirin. Ferîde anî ziman ku dê herî zêde çalakiyên wan di aliyê parastina jinan û avakirina derfetên jiyanê ji bo jinan bên kirin. Ferîde bilêv kir ku dê Roja 8’ê Adarê piştî nîvro ew weke Platforma 8’ê Adarê li Meyîdana Kadikoyê mingekê lidarbixin û di heman rojê de di saet 19.00’an de jî dê Meşa Feministan ya Şevê li bi meşaleyî li Taksîmê bê kirin.


Dê di 8’ê Adarê de li Kadikoyê bigihin hev


Ferîde diyar kir ku dê di mitînga Kadikoyê de berxwedana jinan derxin pêş û wiha domand: “Me biryar daye emê înada xwe veguherînin tekoşînê û xwe bi rêxistin bikin li hemberî hişmendiya dibêje bila jin li kolanan nemîne, bila jin xwe nedin berdan û tehdîdên mirinê li jinan dikin. Me biriyar daye em balkişînin ser van hemûyan. Her wiha emê di mitînga Platforma 8’ê Adarê de balê bikişînin ser giringiya berxedana YPJ’ê li Kobanê û di rojên dawî de nirxandinên ser parastina cewheri ya YPJ’ê li hemberî şideta mêran.”


‘Em tekoşîna ji bo jiyanê pîroz dikin’


Ferîde balkişand ser berxwedana jinên YPJ’ê ya ku ji bo jin ser vê rednîgariyê bi azadî xwe bidin jiyandin tê dayîn û wiha berdewam kir: “Em berxwedana wan ya ji bo jiyanê pîroz dikin.


Ferîde diyar kir ku ew bang li jinan û civakê dikin îsal bi duruşma ‘Li şidetê nenêrin murdaxele bikin’ tevlî bibin û wiha dom kir: “Şidet berdewam dike û heya cînayetan diçe. Emê çawan hevgirtina jinan bidin çêkirin me nirxandin kirin.”


‘Emê çawan bikarin hevgirtinê bi hêz bikin?’


Ferîde anî ziman ku ew herî zêde ser pirsa “Emê çawan hevgirtina jinan zêde bikin?” dikirin û wiha got: “Em ser xebatên xwe yên derbasbûyî nirxandinan dikin. Em difikirin ku zêdetir çawan rêxistina jinan çêkin ji bo em bi hev re kar bikin û hev bigirin.” Ferîde bilêv kir ku ew hem ji bo mitînga roj ya 8’ê Adarê û hem jî ji bo meşa feministan ya şevê li benda beşdarbûna jinanin.


 (zt)