Jina ciwan Bêrîvan pêşangehek wêneyan vekir
11:31
JINHA
HEWLÊR – Jinek ciwan ya li kampa penaberan a Ş. Rûstem Cûdî (Mexmûr) dijî Bêrîvan Bulut kul i Zanîngeha Selahedîn ya Hewlêrê dixîne pêşangehek wêneyan vekir. Bêrîvan ji bo armanca xwe ya ji bo vekirina pêşangehê wiha dibêje: “Tabloyên di vê pêşengehê de hatine nîşandan, tabloyên derbarê erdnîgariya Kurdistanê de ne. Ji ber vê yekê min navê pêşengehê kir Kurdistan.”
Xwendevana ji kampa penaberan a Ş. Rûstem Cûdî (Mexmûr) Bêrîvan Bulut ya ku di salên 1994’an ji ber zilm û zordariya dewleta Tirkiyê neçar bûyî ligel malbata xwe penaberî başûrê Kurdistanê bibe. Bêrîvan xwendekara qonaxa dawî ya beşa Arkeolojî ya zanîngeha Selahedîne. Li zanîngeha Selahedîn pêşengehek ya wêneya a bi navê ‘Kurdistan’ vekir. Pêşengeha li zanîngeha Selahedîn a li Hewlêrê pêkhatî û rastî eleqeyek mezin a xwendekar û mamostayên zanîngehê hat. Pêşengeha ji 29 tabloyan pêk tê. Merasîm ji aliyê dayîka Bêrîvan û mamostayên zanîngehê ve hat vekirin. Bêrîvanê ragihand ku ev pêşengeha duyemîne vedike û wiha got: “Min sala borî jî pêşangehek vekir û pêşkêşî hevaleke xwe ya ku jiyana xwe ji dest dayî kir.”
‘Min navê pêşengehê kir Kurdistan’
Bêrîvan di derbarê pêşengeha xwe de axivî û got: “Nêzîkî du sale ez xebata tabloyê berdewam dikim, lê hê jî min xebatek ku hêjayî Kurdistanê be dernexistiye holê. Ji ber ku erdnîgariya Kurdistanê xwedî dîrokek gelek bi kok û dewlimende. Tabloyên di vê pêşengehê de hatine nîşandan, tabloyên derbarê erdnîgariya Kurdistanê de ne. Ji ber vê yekê min navê pêşengehê kir Kurdistan.”
Bêrîvan balkêşa ser armanca tabloyên xwe û wiha got: “Di mijarên li ser jinê de jî, min hewlda ez rolê jinê yê di jiyanê de derxînim holê. Ji ber ku di jiyanê de zêdetir keda jinê heye, lê ev ked qasî tê xwestin nayê dîtin. Li ser keda jinê ya di jiyanê de siyaset tê kirin û mafê wan tê xwarin. Ji bo vê yekê min hewlda balê bikişînim ser şideta li ser jinê tê kirin û keda jinê ya tê xwarin.”
Pêşengeha duh saet 11.00’an de destpêkirî, heta êvarî dom kir. Ji bilî xwendevanên zanîngehê, ji Mexmûrê û nûnerê gelek partiyan jî beşdar bibûn.
(zt)

