Ceylan Bagriyanik û Sirri Sureyya Onder çun Qendîlê

11:49

 


JINHA


ENQERE – Ji Heyeta Îmraliyê'ê, Aktîvîsta KJA yê Ceylan Bagriyanik û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder ji bo nirxandina pêvajoyê çun Qendîlê.


Ji Heyeta Îmraliyê'ê, Aktîvîsta KJA yê Ceylan Bagriyanik û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder ji bo nirxandina di derbarê pêvajoya çareseriyê de li gel rêveberên KCK’ê hevdîtin bikin çun Qendîlê. Hat hînbûn jî ji ber hevdîtinên girêdayî "Paketa Ewlehiya Navxweyî"  neçun Qendîlê. Dê piştî hevîdtinan encamên ku girtine bi raya giştî re par bikin.


Herî dawî di 13’ê sibatê de heyet çubûn Qendîlê û bi berpirsên KCK’ê re hevdîtin kiribûn. Dîsa Serokwekîlên HDP'ê Pervîn Buldan û Îdirîs Baluken wê der barê "Paketa Ewlehiya Navxweyî" û mijarên di rojevê de daxuyaniyekê bidin çapmeniyê.

 (zt)