Ji berxwedana Kobanê re silava 162'an

11:51

 


JINHA


RIHA - Li gundên Miseynter û Elîzerê yên beramberî bajarê berxwedêr Kobanê ne nobeta berxwedanê bi hemû hêza xwe didome. Berxwedêrên nobetê di roja 162'an de şervanên YPG/YPJ'ê silav kirin.

Piştî bajarê Kobanê ji hêla şervanên YPG/YPJ'ê hat azadkirin jî nobeta berxwedanê yên li gundên Miseynter û Elîzerê yên Pirsûsa Rihayê bênavber berdewam dikin. Gundên Miseynter û Elîzerê yên bermaberî Kobanê ne welatî li hev kom bûn û di roja 162'an de zincîra mirovan ava kirin. Li herdu gundan alên PKK, KCK, YPG û YPJ'ê hilgirtin, berê xwe dan Kobanê û bênvaber bi berzkirina dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê" û "Bijî Seroak Apo" dengê xwe gihandin Kobanê. Berxwedêrên nobetê destên hev girtin û bejna xwe li ber berxwedana Kobanê tewandin û ji şervanên YPG/YPJ'ê re silav şandin. 

Piştî çalakiyê welatiyan paqijiya derdorê kirin.

(zt)