Ji bo bernama 8’ê Adarê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê civiya

12:19

 


JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê bi rojeva taybet a 8'ê Adarê civiyan. Di civînê de hat diyar kirin ku dê jin bi duruşma "Ji Şengalê heta Kobanê Bijî Berxwedana YPJ'ê" di navbera 1-8'ê Adarê de bi pîrozbahî, meş, mîtîng, panel û semîneran bên lidarxistin.


Rêveberiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) bi rojeva taybet a 8'ê Adarê civiya. Di civîna li bajarê Belçîka Verviers de, pêkhateyên TJK-E, serokên meclîsên jinan, nûnerên rêxistin û saziyan amade bûn. TJK-E biryar da ku Kanada û Awûstûralya jî di nav de herî kêm li 35 navendan çalakiyan lidar bixe. Li Ewropayê çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê wê bi dirûşma "Ji Şengalê heta Kobanê Bijî Berxwedana YPJ'ê" di navbera 1-8'ê Adarê de bi pîrozbahî, meş, mîtîng, panel û semîneran bên lidarxistin.


‘Pêşîlêgirtina şidetê tenê bi parastina cewherî dibe’


Ji rêveberên TJK-E Xinena Erîşan da xuyairin ku amadekariyên 8'ê Adarê beriya 3 mehan destpê kirine û gihaştine qonaxa dawî. Hat ragihandin ku amadekariyên ji bo çalakiyên li 35 navendên Hollanda, Belçîka, Elmanya, Fransa, Swêd, Swîsre, Îngilîstan, Awûstûrya, Awûstûralya û Kanadayê, temam bûne. Xinena bal kişand ser bandora berxwedana Şengal û Kobanê li ser tevgerên jinan ên li Ewropayê û anî ziman ku çalakiyên hevpar ên bi tevgerên jinên Kurd re, li gorî salên bihurî bêhtir ketine rojevê.


Xinena diyar kir ku li hemberî qetlîamên jinan ên li Rojhilata Navîn û Ewropayê, divê jin xwe birêxistin bikin û destnîşan kir, ku qirkirina jinê ancax bi parastina cewherî were astengkirin.


Endama rêveberiya TJK-E Pelguzar Çîftçî jî da xuyakirin çaakiyên 8'ê Adarê ji bo li hev kom bûna jinê girîng in û da zanîn, ku ji bo ev yek mayînde bibe, ew dixebitin.


TJK-E çalakiyên xwe yên îsal ên 8'ê Adarê bi dirûşma "Ji Şengalê heta Kobanê Bijî Berxwedana YPJ'ê" lidar dixe. Tê payîn ku çalakî bi beşdariya girseyî pêk werin.


Beşek ji çalakiyên pîrozbahî, mîtîng, panel û semîneran wê bi tevgerên jinan ên Ewropî re bên organîzekirin. Li gelek bajaran jî wê pîrozbahî li Navenda Civaka Kurd werin lidarxistin.


(zt)