Dê belgesela ‘Berxwedana 33 salan ya dayîka Berfo’ bê pêşandan
13:27
JINHA
BEDLÎS – Belgesela jîyana diya Cemil Kirkaya dayîka Berfo ya bi navê “Berxwedana 33 salan ya dayîka Berfo” ku derhêner Veysî Altay amade kiriye dê bi organîzeya Şaredariya Bedlîsê roja înê bê pêşandan.
Cemil Kirbayir yê ki di darbeya 1980’an de hatî girtin û carek din ji wî agahî nehat girtin. Jiyan û tekoşîna dayîka Cemil Berfo bi navê “Berxwedana 33 salan ya dayîka Berfo” bû belgesel. Dê bi organîzasyona Şaredariya Bedlîsê li Navenda Çandê ya Bedlîsê bê pêşandan.
Belgesela ku ji aliyê darhinêr Veysî Altay ve hatî amadekirin dê roja înê saet di 15.00’an de li Navenda Çandê ya Bedlîsê bê pêşandan.
(zt)

