Di lêpirsîna bûyerên EU'yê de biryara veşartinê
13:31
JINHA
ÎZMÎR - 6 xwendekarên têkildarî bûyerên bi mirina ulkucu Firat Yilmaz Çakiroglu yên EU'yê hatin binçavkirin sewqî Edliyeya Îzmîrê hatin kirin û dozgeriyê têkildarî lêpirsînê de biryara veşartinê da.
Li Zanîngeha Egeyê (EU) komekî ulkucuyan êrîşî standa HDK'ê kirin û di encama bûyeran de ulkucu Firat Yilmaz Çakiroglu mir. Têkildarî bûyeran de 6 xwendekarên bi navê M.D., F.A., S.Y., Y.B.K. û S.Y. piştî karên îfadeyên li Midûriyeta Polîsan sewqî Edliyeya Îzmîrê hatin kirin. Dermankirina xwendekarê bi navê N.S. ê ku li nexweşxaneyê berdewam dike û biryara binçavkirina wî heye. Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê derbarê lêpirsînê de biryara veşartinê da.
Parêzerên endamên OHD û ÇHD'ê li hemberî biryara dozgeriyê îtîraz kirin.
(zt)
