Banga KJA yê ji bo Meşa Jinan ya Cîhanê
14:51
JINHA
AMED – Jinên KJA yê bi boneya Meşa Jinan ya Cîhanî li hev civiyan û gotin: “Bi giyana berxwedanê ya Sakîneyanû, Atînan, Kaderan, Rengînan û Sîbelan emê bên bahev, emê hevgirtin û tekoşîna xwe bilind bikin.”
Kongeya Jinên Azad (KJA) bi wesîleya 8’ê Adarê û Meşa Jinan ya Cîhan ku dê ji navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê despêbike li avakiya KCD’ê civîna çapemeniyê lidarxistin. Di civîna çapemeniyê de Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gultan Kişana, Herseroka Navenda DBP’ê ya Amedê Hafîze Îpek û gelek gelek rêxistinên jinan yên Amedê amadebûn. Di civîna çapemeniyê de Hevseroka Navenda DBP’ê ya Amedê Hafîze Îpek axivî. Hafîze bang li hemû jinên Rojhilata Navîn kir û got: “Bila hemû jin bi giyana berxwedanê ya Sakîneyanû, Atînan, Kaderan, Rengînan û Sîbelan bên bahev. Emê hevgirtin û tekoşîna xwe bilind bikin.”
‘KJA bi îdiaya pêşengiyê ji hemû jinên cîhanê re bikin dixebite’
Hafîze balkişand ser berxwedana YPJ’ê ya li Kobanê berdewam dike û wiha domand: “Bi hevgirtina hemû jinên ji bawerî û çandên cuda bi heman hêz û vînê em kom bûn û me Kongreya Jinên Azad (KJA) avakir. Emê bi perspektîfên netewa demokratîk û jiyana azad her wiha bi duruşma ‘Dema ku jin azad bibe dê civak jî azad bibe’ di avakirina civakî de rola pêşengiyê bilîzin. Em weke KJA di îdiaya ji jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re pêşengî kirinê denin.”
Dê Meşa Jinan ya Cîhanî ji Nisêbînê bê despêkirin
Hafîze balkişand ser giringiya çalakiyên 8’ê Adarê û Meşa Jinan ya Cîhanî ya ku dê ji Nisêbînê despêbike û wiha berdewam kir: “Meşa Jinan a Cîhanê di heman demê de 5 salan carekê ji 8'ê Adarê û 17'ê cotmehê de li tevahiya cîhanê çalakiyan li dar dixe. Meşa Jinan a Cîhanê di cîvîna 12'ê cotmeha 2014'an de li ser deweta me berxwedana Kobanê silav kirin û bi dirûşmeya ‘Heya hemû jin azad dibin em dê bimeşin’ biryara çalakiyên sala 4'emîn li Nisêbînê dest pê bikin girtin.”
Banga ji bo tevlîbûna jinan ya bi hêz
Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gultan Kişanak jî hemû jinên Rojhilata Navîn vexwend çalakiyên 8’ê Adarê û Meşa Jinan ya Cîhanî û got: “Em ji bo hemû hevalên xwe yên jin yên ji deverên cuda bên û beşdarî meşê bibin gelek bi kelecanin. Bi hatina wan hem emê ji wan hêzê bigirin û hem jî dê ew j ime hêzê bigirin. Em li gel hemû jinên dê bên beşdarî meşê bibin din ava têkiliyan denin û amadekariyên dawiyê jî hatine kirin. Ji vê saetê û şunde bi kelecan em li benda hatina hemû jinanin. Wate û giringiyek gelek cuda ya 8’ê Adara îsal heye. Hemû jinên ji deverên cîhanê yên cuda bên dê li Amedê li gel me beşdarî me bibin. Banga me jî ji bo hemû jinan; em li benda tevlîbûnek mezin û bi hêzin. Ji bo dawîlêhatina şidet û mêtîngeriya keda jinan em li bendêne hemû jinan li qadana û meyîdanan bibînin.”
(zt)

