Cenazeyê Eser Gezen ji deriyê sînor hat girtin
15:28
JINHA
MÊRDÎN – Cenazeyê Eser Gezen ê YPG yî ji deriyê sînorê Dilbêsiyê hat girtin.
Di operasonên paqijkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê de di 15’ê Sibatê de şer derket û di encamê de Eser Gezen ê (Armanç Botan) ê YPG yî jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Eser li deriyê sînor yê Dilbêsiyê yê dikeve navçeya Qoserê ya Mêrdînê re heslîmî malbata wî hat kirin. Li gel malbata Eser rêveberên navend û navçeyên DBP û HDP’ê yên Mêrdînê, hevşaredarên Qoser, Nisêbîn, Artuklu, Kerboran, Dayîkên Aştiyê, endamên ÎHD, MEYA-DER, KURDÎ-DER jî amadebûn.
Dema ku cenaze hat girtin bi duruşmên “Bijî HPG” û “Şehîd namirin” bi konvoyekê ji bo otopsiyê ber bi Amedê ve ketin rê.
Piştî karên otopsiyê dê ji bo definkirinê cenazeyê Eser Gezen ê YPG yî ber bi navçeya Patnosa ya Agirî ve bê şandin.
(zt)

