Jinên kedkar şaredariya Rezan ziyaret kirin
16:31
JINHA
AMED – Jinên kedkar yên li Jiyan Semt Pazarê dixebitin bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Hevşaredara Rezan Birsen Kaya Akat ziyaret kirin.
Jinên kedkar yên li Jiyan Semt Pazarê dixebitin bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Hevşaredara Rezan Birsen Kaya Akat ziyaret kirin. Di korîdora şaredariyê de jinan dem dem duruşmên “Jin jiyan azadî” berzkirin. Jinên kedkar ji aliyê Hevşaredara Rezan Birsen Kaya Akat û endamên meclisa şardedariyê ve hatin pêşewazî kirin. Birsen Roja 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û diyar kir ku ji bo jin li hemû qadê azad bibin dê tekoşîna xwe berdewam bikin.
Birsen anî ziman ku ewqas jin li cihekê dîtin şanaziyeke û wiha domand: “Bi qasî bi xwe bilindkirina îstihdama jinan tiştek xweş nîne. Ji ber wê jî emê her dem li piş jinan bin. Ji bo jin bi xwe îstihdama xwe bikin weke şaredarî çî dikeve ser milê me emê bikin. Em di vî aliyî de sozê didin jinan.”
Piştî axaftinan jinan poşî weke xelat pêşkêşî Hervşaredar Birsen kirin.
(zt)

