Cenazeyê şervanên YPG'ê Abdullah û Ferhat birin Rihayê

17:07

 


JINHA


RIHA - Şervanên YPG'ê Abdullah Durmuş (Mêrxas Kato) û Ferhat Bahşîş (Cûdî Gabar) yên ku duh li başûrê Kobanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dan îro cenazeyên wan birin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê.

Cenazeyên şervanên YPG'ê Abdullah Durmuş (Mêrxas Kato) û Ferhat Bahşîş (Cûdî Gabar) duh di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan îro anîn Pirsûsê. Cenazeyên şervanên YPG'ê ji aliyê rêveberên MEYA-DER'ê yên Pirsûs û Cizîrê û Hevşaredarê Elkê Nurettîn Ataman ve li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê hat pêşwazîkirin.

Cenazeyên Abdullah û Ferhat ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Hat ragihandin ku cenazeyê herdu şervanan ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê. Hat hînbûn ku piştî karê otopsiyê cenazeyê Abdullah bibe bibin Elkê û cenazeyê Ferhat jî bibin Şirnexê.

(kom/zt)