Nukhet Sirman: Divê jin di asta herêman de xwe rêxistin bikin

09:02

 


Rozerin Tekin-Eylem Daş/JINHA


STENBOL – Prof. Dr. Nukhet Sirman diyar kir ku divê li hemerî cînayetên jinan jin di asta herêmî de xwe rêxistin bikin û got: “Dikare navê vê bibe ‘Tîma parastina cewherî’ yan jî dikare navek cuda lê bê kirin. Divê din ava avahiyan, li kolan û taxan jin xwe bi rêxistin bikin.


Di demek ya cînayetên jinan rewa tê dîtin û di binhişiyan de hatiye asayî kirin li Mêrsînê bi qetilkirina Ozgecan Aslan re cardin rojevek ya nirxandinan hat vekirin. Jinên ku nerazîbûn nîşanî şidet û qirkirinên jinan didin cardin daketin kolanan. Lê vê carê tiştek cuda hebû, mêr jî daketin kolanan, etekên kin li xwe kirin, di medyayên civakî de nerazîbûnên xwe par kirin û şermkirina xwe dan diyar kirin. Lê çima heman mêrên ku her roj li cihê Ozgecan dema ku nûçeyên jinan yên yan ji ber xwestine bên berdan yan ji ber nîvê şevê tên tecawîz kirin nerazîbûne şidet dîtine û avêtine kenarên riyan di xwînin û dibînin dengê xwe dernaxin? Negotin em ne ji wan mêranin.


‘Ji bo qetilkirina jinan her dem hincetek heye’


Perwerdêra Civaknasiyê ya Zanîngeha Bogaziçiyê Prof. Dr. Nukhat Sirman da zanîn ku li Tirkiyê ji bo qetilkirina jinan her dem hincetek heye û wiha got: “Jinan etekê kin li xwe kirin, b iken axivî, li cîranê xwe nêrî, li Îzmîrê jinek ji yekî ne nas saet pirsî van hemûyan weke sedema qetilkirinê nîşan didin. Li tevahiya Tirkiyê jin rastî şidetê tên. Her dem ji bo şideta mêran hincetek rewa tê dîtin.”


‘Divê jin xwe bi rêxistin bikin’


Nukhet destnîşan kir ku divê li hemberî cînayetan jin xwe bi rêxistin bikin û wiha domand: “Divê din ava avahiyan, li kolan û taxan bi awayekê jin xwe bi rêxistin bikin. Di kare navê vê bibe ‘Tîma parastina cewharî’ dikare navekdinê jî lê bê kirin. Divê dema bizanin dê tiştek bê serê jinekê peyamên alîkariyê bidin dardora xwe. Piranî ev rewş din ava malbatan de tên jiyîn.”


Nukhet destnîşan kir ku divê jin ji mêran re bêje: “Ji ber hun mêrin hun şidetê ser jinan dikin.  Nukhet anî ziman ku divê jin tekoşîna xwe bilind bikin û wiha berdewam kir: “Mêr jî di nava civakê de dibin tindiya mêrbûnê denin. Her dem mêr bi mêrbûna wan tên bilindkirin û ji derve jî ji aliyê deshilatiyê ve tên perçiqandin. Bi giştî mêr dibin hemû wan gotinên bilindkirina mêrbûna wan de tên perçiqandin. Dema ku li gorî rolê ji bo wan hatiye dayîn tenegerin ji bin dernakevin. Dema ku mêr bi wê bilindbûna xwe lê tiştek qazanc nekiriye, bêyî pêdiviyên malê bînin cîh vedigerin êdî ji jinan jî wê rêzdariyê nabînin. Dema ku wê rêzdariyê li hemberî xwe nabîne vêcarê jî li hemberî jinan şidetê bi kar tînin.”


Di dawiyê de Nukhet bilêv kir ku ew li hemberî van hemû polîtîkayên mêran xebatên feministan giring dibînin.


(zt)