'Min li keleka kurê min veşêrin'

09:12

 


JINHA


RIHA - Dayika Edûlê Beko Etto ya ku kurekê wê di nava şervanên YPG'ê de jiyana ji dest dayî û kurekê wê jî niha di nava şervanên YPJ/YPG'ê de li ber xwe dide hestên xwe yên ji bo Kobanê û kurê xwe anîn ziman. Dayika Edûlê got ku wê soz daye ku ger vegere welatê xwe ew ê heriya welatê xwe bixwe û wiha axivî: "Piştre jî xwe dirêj bikim ser heriya Kobanê û xwedê bila wê demê ruhê min ji min bistîne û min li keleka kurê min veşêrin."

Di nava berxwedana Kobanê de gelek zarokan bav û dayikên xwe winda kirin û gelek dayik û bavan jî keç û xortên xwe spartin axê. Dayikên şervanên YPJ/YPG'ê di nava konbajaran de li hemberî şert û mercên jiyanê yên zehmet li ber xwe didin. Dayika Edûlê Beko Etto (70) ya ji gundê Girikê yê Kobanê û niha di nava konbajarê Şehîd Gelhat de dimîne got ku kurekî wê di nava şervanên YPG'ê de li Kobanê jiyana xwe ji dest daye û kurekî wê jî niha di nava şervanên YPJ/YPG'ê li hemberî terorîstên DAIŞ'ê şer dike. Dayika Edûlê hestên xwe û hesreta xwe ya ji bo Kobanê û zarokên xwe anî ziman. Dayika Edûlê got ku 'Ez dixwazim demek berê beriya demekê ez bi mirim û min li Kobanê cem zarokê min veşêrin. Kobanê bihara gelane, Kobanê dermanê birîna ne." 

'Ez dayika şoreşgeran im'

Dayika Edûlê got ku du kurên wê di nava şervanên YPJ/YPG'ê de bûn û kurekê wê jiyana xwe ji dest daye û wiha axivî: "Ez dayika şoreşgeran im, dayika şehîdan û dayika şervanan im. Şoreşgerê min niha li gundên Kobanê li hemberî dijmin li ber xwe didin. Ez kî me dayê? Kobanê ji birînan re derman e. Kobanê bi xwîna şehîdan hatime şuştin. "

'Ev heft sale wêneyê Serok Apo di berîka min de ye'

Dayika Edûlê hestên xwe yên ji bo Kobanê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wiha anîn ziman: "Ev heft sale wêneyê Serok Apo ve di berîka min de ye û ez bi xwe re digerinim. Bijî Serok Apo, bijî Serok Apo. Min soz daye ku ger vegerim welatê xwe ez heriya welatê xwe bixwim. Piştre jî xwe dirêj bikim ser heriya Kobanê û xwedê bila wê demê ruhê min ji min bistîne û min li keleka kurê min veşêrin. Kobanê dermanê çavan e, bihara dilan a, gula Mihemediye ya ku li ser dilê min şîn bûye. Ev 15 roj in min xwarin nexwariye ku min got bila xwedê emanetê xwe ji min bistîne û min li Kobanê veşêrin. Kobanê, Kobanê, Kobanê, bes Kobanê."

'Kobanê bi xwîna şehîdan hatiye şuştin lawê min'

Dayika Edûlê axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em li vir çi dikin bila bikin, em serê sibê heya êvarê goştî bixwin jî vala ye. Ez bi tenê ji axa Kobanê hez dikim bixwim û tu tiştekî din naxwazim. Ewqas keçên delal û xortên bejn bilind şehîd bûn li Kobanê. Ew keç û xortên hêja li ser axa Kobanê xwîna xwe rijandin. Ne hindikin lawê min ne hindik in. Kobanê bi xwîna wan hat şuştin. Min bibin Kobanê."

(kom/zt)