Li hemberî rîska penceşêrê zu teşîs giringe
09:41
JINHA
AMED - Di cîhanê de roj bi roj pençeşêr zêde dibe. Jin herî zêde rastî bi pençeşêra pêsîran û pençeşêra rehîmê dikevin û her sal 11 jin bi vê êşê dimirin. Eger zu were ferq kirin tedawî gengaze. Servet Kulahçıogluya diyar kir ku pêwîste jin bedena xwe nas bikin û zu nexweşiyên wiha ferq bikin.
Pençeşêr her ku diçe zêde dibe. Herî zêde bi jinan re du cureyên pençeşêrê peyîda dibin yek ji vana pençeşêra pêsîrê ye ya din jî pençeşêra jînekolojîk a rehîmê ye. Du sal berî niha her 20 jinan yek rastî pençeşêra pêsîran dihat, lê a niha jî ji her 8 jinan jinek ratî pençeşêra pêsîran tê. Di cihanê da pençeşêra rehîmê jî di salê de li 500.000 jinan dikeve û tê texmînkirin ku 1.500.000 jin bi vê penceşêrê re dijîn. Servet Kulahçıogluya ku li nexweşxana Memorial pisporê biyo kimyayê ye di derheqê penceşêra pêsîran û pençeşêra rehîmê de axivî. Servet diyar kir ku ji bo pêşî li van pençeşêran were girtin pêwîste jin xwe ji tîrêjê rojê bi parêzin û xwarinên xwezayî bixwin û wiha got:"Jin bila xwarinên zêde bi run nexwin û têkiliyê xwey zayendî dîqat bikin.Bila jin laşê xwe baş nasbikin û bi baldarî nêzî gûhertinên laşê xwe bibin."
‘Di pençeşêra pêsîrê de zu teşîs giringe’
Servet li ser wateya pençeşêrê sekinî û da zanîn ku wateya pençeşêrê bi Latînî kêvjal e û ev nav ji ber ku pençeşêr xwe bi awayekî bi qewet bi laş ve dizeliqînelê hatiye danîn. Servet bi vî awayî belavbûna pençeşêrê rave kir: "Di anatomiya insande pêwîste hucrekî piştî ku wezîfa xwe qedand bimire ev rewş denga laşê mirov e. Lê ev denge wextê ji ber sedemê penceşêrê xeradibe hucre namirin û zêde dibin pêşî zirarê didin tevna laş du re li tamamê organ, eger neyê tespîtkirin li tevahiya laş belav dibe." Servet da zanîn ku di cihanê de pençeşêra pêsîrê di dekê de li 3 jinan dikeve û salê 11 jin ji pençeşêra pêsîrê dimirin û wiha domand:" Pençeşêra pêsîrê wek genetîk derbasî merivan dibe. Eger kesên ku bi dayîk,xuşk ya bi xatiya wan re ev pençeşêr hebeihtimala ku di wan de jî derê jî zêde ye eger ev nexweşîn zu were ferk kirin ihtimala başbûnê zêde dibe."
'Bila jin xwe bi xwe muayene bikin'
Servet desnişan kir ku her jinek kare her meh biştî nexweşiya xwe yamehê pêsîra xwe muhayene bike û wihabehsa awayê muayenê kir: "Bila destêk xwe deynin pişt serê xwe destê din li pêsira xwe bigerinin de ka tiştekî awarte heye an na. Eger wermandinek, ji serê pesîrê herikandinek, çılmısandınek hebe pewîste biçin bijîşk." Servet bi lêv kir ku jinên ser 25 salî pêwiste salê carekê muayeneya pêsîran bikin û jinên ser 35 salî jî pêwiste salê du cara monografî bikşînin eger van tiştan werin kirin penceşêr dê zu were ferq kirin û bi tedawiya rast jî jiyanek dirêj were bi dest xistin.
'Virûsa HPV bi têkiliya zayendî digîhîje jinan'
Servet bi bîr xist ku penceşêrên ku herî zêde li jinan dikevin a duyemin jî penceşêra rehîmê ye û virûsa HPV dibe sedem û wiha got:"Ev vîrûs bi têkiliya zayendî digîje kesan. Kesên ku di temenek biçûk de dikevin nav têkiliyên zayendî, kesên ku bi gelek kesan re dikevin têkiliyên zayendî yan jî kesê ku pê re dikevin têkiliyê eger bi gelek kesan re ketibe têkiliyê di bin xetera penceşêrê de ne." Server got ku çıxare û şertê hewirdorê jî tesîrê li morovan dikin û dibin sedama pençeşêra rehîmê û wiha bang li jina kir da ku xwe ji penceşêre rehimê bi parêzin:"Eger jinek bi keseki ku nasnake re têkeve têkiliya zayendî pêwîste prezretif were bikaranîn. Eger di rehîma kesekê de herikandinek, xurandinek hebe yan jî rehîmê enfeksîyon girtibe pêwîste demildest here gel bijîşk." Servet da zanîn ku eger ev pençeşêr zu were ferqirin îhtîmala başbûnê zêde ye û wiha domand "Pêwiste jin carnan testa 'mapsînir' bikin bi vê testê pençeş êr zu tê hinkirinê eger virus em pakij dikin."Servet diyar kir ku perzaya vê nexweşiyê heye jinê ku temenê wan di nav 19-26 de ye karin berza bibin û ev tişt got:" Jinek beri ku dest bi têkiliya cinsî bike pêwîste berza bibe" Servet desnîşan kir ku ji bo kes xwe ji tamamê penceşêran biparêze pêwîste xwe ji tîrêjên rojê biparêzin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Bila xwarinên xwezayî bixûn, bila li jiyana xwe ya zayendî miqate be û bila jin bedena xwe nas bikin ancaq ew guhertinên bedena xwe bizanibin."
(za-ma/zt)

