JINHA di 4 saliya xwe de di billboardan dene

10:09

 


JINHA


AMEDAjansa me ya ku bi îdiyaya bibe ‘Dengê jinên cîhanê’ ketiye rê dikeve çarsaliya xwe. Di afîşên wê yên ku têde wêneyê yek ji sembolên rojnamegerên kurd Deniz Firat cîh girtiye di serî de li Amedê, Agirî, Îdir, Wan û gelek bajarên dinê hatine hildan.


Ajansa Jinan ya Nûçeyan (JINHA) ya kul i Tirkiyê yekem ajansa jinane di 8’ê Adara sala 2012’an de li Amedê hatî vekirin dikeve çar saliya xwe. Ajansa me ya ku bi îdiaya bibe “Dengê jinên cîhanê” ketî rê bi 10 jinan despêkir, niha bi dehan jinan berdewam dike. JINHA bi boneya salvegera xwe ya çaran bi bîlboardên xwe yên rengîn di serî de li Amed, Wan, Dêrsim, Şirnex, Mêrdîn, Êlih, Îdir, Colemêrg, Agirî û gelek bajarên dinê ji bo naskirinê hatine hildan. Di afîşan de wêneyê yek ji sembolên rojnamegerên kurd Deniz Firat ya k udi 8’ê Tebaxa sala 2014’an de dema k udi şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de li Mexmûrê dihat meşandin de nûçe dişopande jiyana xwe ji dest dayî jî cîh girtiye. Herwiha nivîsên weke “Nûçeyên jinan ji Ajansa Jinan ya Nûçeyan bişopînin” bi kurdî û tirkî cîh digire.


Dê Afîş heta 1’ê Adarê ji 30’an zêde navend û navçeyan di billboardan de bilindkirî bimînin.


 (zt)