Hilbijêrên meclisên şaredariyên kantona Cizîrê diyar bûn
10:49
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Kantona Cizîrê navên namzetên ku dê beşdarî hilbijatinên meclîsên şaredariyên herêma Cizîrê ya di 13’ê adarê de bibin, di lîsteya destpêkê de eşkere kirin.
Piştî ku Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Kantona Cizîrê navên namzetên hilbijartinên meclîsên şaredariyan ku navên xwe pêşniyar kiribûn, lêkolîn kirin, lîsteyek ji navê hilbijêran bi deriyên buroyên komîseriyê û serşaredariyan ve daliqandin.
Komîseriyê diyar kir ku namzetên ku navên wan nehatin qebûlkirin, dikarin li pêşiya Dadgaha Berdewamiyê heta 25’ê sibatê îtîraz bikin. Her wiha Dadgeha Berdewamiyê jî dê derbarê îtîrazan de heta sê rojan biryar bide.
(zt)

