Di nava 12 salan de li Iraqê 14 hezar jin hatine qetilkirin

11:08

 


JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistina Medenî ya Navnetewî di derbarê şidet, qetilkirin, tund û tujiya ser jinan din ava 12 salan de li Iraqê raporek amade kir. Li gorî raporê di 12 salan de 14 hezar jin ji ber sedemên cuda li Iraqê hatine qetilkirin.


Rêxistina Medenî ya Navnetewî bi raporekê bîlançoya tund û tujiya li dijî jinan di navbera 12 salan de li Iraqê aşkera kir. Di raporê de hat zanîn ku zêdetirî 14 hezar jin bi şêwazên cuda cuda hatine kuştin. Li gorî raporê di bûyerên tund û tujiya li hemberî jinan de di cihanê de Iraq di pileya yekem de ye. Li hember vê yekê lijneya kar û barên jinan li parlamentoya Iraqê vê rêjeyê red dike. Endama Lijneya Jinan ya Parlamentoya Iraqê, Evatif Neeme di derbarê rapora Rêxistina Navnetewî de diyar kir ku bîlançoya hatî diyar kirin ne raste û wiha got: “Emê vê raporê bişopînin, ger bîlaçoya hatî diyarkirin, nerast be, emê lêkolîn bikin.”


Evatif Neeme da zanîn ku bûyerên tund û tujiyê li Iraqê li dijî jinan heye lê belê ne di asta rapora hatî amadekirin de ne. 


 


(zt)