‘Eşqa Dîcle û Firat ya Mezopotamya’ 8’ê Adarê li Mêrdînê ye
12:39
Bêrîtan Elyakut-Bêrîtan Canozer/JINHA
AMED – Komeleya Hilberîna Alternatîf û Îstihdamê amadekariya defîleya hezar jinên kincên kurdiyên xwediyê çîrokên cuda didirun ku dê di 8’ê Adarê de li Mêrdînê bê pêşandan dikin. Defîle ya ku bi navê “Eşqa Dîcle û Firat Mezopotamya” bê li darxistin dê cilên netewiyên ji hemû temenan û ji hemû aliyên Kurdistanê ji aliyê jinan ve bê nîşandan. Defîle li hemberî hişmendiya ku bedena jinan din ava modeyan de zîndan dikin û li hemberî qirkirinên jinan çêkirina ferqêdebûnê tê çêkirin.
Di 20’ê gulana 2014’an de li Amedê Nisêbîn û Dêrika Çiyayê Mazî bi xebatên atolyeyan îstihdam hedef kirin û jinan navendên xebatên xwe mezin kirin. Komeleya Hilberîna Alternatîf û Îstihdamê amadekariya defîleya hezar jinên kincên kurdiyên xwediyê çîrokên cuda didirun ku dê di 8’ê Adarê de li Mêrdînê bê pêşandan dikin. Defîle ya ku bi navê “Eşqa Dîcle û Firat Mezopotamya” dê despêkê bi dansê despêbike û di dawiyê de jî dê bi kincên tayîbet yên ji bo qirkirinên jinan hatîn amadekirin bi dawî bibe. Xebatkara komeleyê Gulbahar Ormek girêdayî pêşandana defîleyê axivî û got: “Me bi jinên din ava xebatên me de hilberînê dikin dest bi vê xebatê kir. Ev nêzî salekê ye em xebatên xwe berdewam dikin. Me jinên din ava malên xwe de karê dirunê dikin destnîşan kirin, wan kom kirin û di perwerdeyên cuda re derbas kirin.”
‘Me karê atolyeyê bi ser xist’
Gulbahar da zanîn ku wan di despêka xebatên xwe de bi cilên kurdî yê ji bo bebekan despêkirine û wiha domand: “Hemu jinan cilên herêmiyên dizanin çêkirin. Piştî me xwe gihand jinan paşê jî me dest bi karê atolyeyê kir û di wê de jî bi ser ketin.”
‘Eşqa Mezopotamya Dîcle û Firad’
Gulbahar sedemên çêkirina defîlê jî wiha got: “Em fikirîn kincên ku jin didirun emê çawan bidin nasîn. Emê defîleya xwe ya despêkê li Mêrdînê çêkin. Ji ber navê defîla me ‘Eşqa Mezopotamyayê Dîcle û Firad’ e ji ber wê me despêkê Mêrdîn hilbijart. Sedemê karanîna vî navî jî wihaye; em fikirîn ku hemû jin di oxira hilberîna Mezopotamyayê de şer dikin. Dibe ku kincên herî baş jî li Mezopotamya tê li xwe kirin. Dê defîla me bi dansek ya şerê herêma navbera Dîcle û Firadê vedibêje despêbike.”
‘Her kincek xwediyê çîrokek ya ji kesê re nehatî gotine’
Gulbahar wiha dibêje: “Dê defîle bi 100 parçeyên jinan bi xwe di malên xwe de amadekirî berdewam bike.” Gulbahar da zanîn ku her kincek bi çîrokên ji kesê re nehatî vegotin hatine neqişandin.
‘Di defîlê de kincên her 4 aliyê Kurdistanê tên dîtin’
Gulbahar wiha berdewam dike: “Weke agirê Anadoluyê emê vê xebata xwe lig elek navendên Tirkiye û Kurdistanê berdewam bikin. Emê bi xebatên xwe yên bedew kincên her çar aliyê Kurdistanê bidin dirun. Ji Rojhilat, Rojava, Kobanê û Başurê Kurdistanê jinan modelên kincan gihandin me.” Gulbahar destnîşan kir ku dê di kesayeta Ozgecan de tacîz, tecawîz û qirkirinên jinan kincên ji wêneyên jinan hatî amadekirin bên li xwe kirin û wiha berdewam kir: “Dê defîle bi cewherê çand, ked, hilberîn, jin û di her aliyî de dawîlêhatina hemû nerêniyên ser jinan bandor dikin starta wê li Mezopotamyaya biçuk Mêrdînê di 8’ê Adarê de bê pêşandan.”
‘Emê di 8’ê Adarê de heskirinê par bikin’
Gulbahar wiha dom kir: “Emê çanda xwe ya bi sedsalan hatî windakirin berdewam bikin. Bi karên biçuk be jî jin hêza xwe nîşan didin û di her karê dikin de jî bi ser dikevin. Dê 8’ê Adarê de dê çîrokên gelek jinan bên vegotin. Dê wê rojê jin keda xwe bidin pêşandan.” Gulbahar bilêv kir ku dê li sîteyên “Sukên Kurdistanê” vîdeoyên jinên çîrokên kincên netewî dibêjin bên parvekirin û got: “Di sîteya me ya înternetê de navnîşan, hijmar û rêyên xwe gihandina me hene. Jinên dixwazin beşdarî hilberînê bibin dikarin xwe bigihînin me.”
(zt)

