Dê jin 8'ê Adarê li Amûdê festîvalê lidarbixin

12:45

 


 


JINHA


AMÛDÊ - Kordînasyona Desteya Jinan a Herêma Cizîrê dê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Amûdê festîfalê li darbixin. Cîgira Seroka Desteya Jinan Hîva Erebo diyar kir ku wê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de festîvalekê lidar bixe.


Civîna mehane ya Kordînasyona Desteya Jinan a Herêma Cizîrê li Salona Meclîsa Zagonsaz a bajarê Amûdê hat lidarxisn. Bi dehan xebatkarên jin ên Rêvaberiya Xweseriya Demokratîk tevlî Seroka Desteya Aborî Remziya Mihemed, Cîgira Seroka Desteya Jinan Hîva Erebo û Cîgira Serokê Meclisa Rêveber Elîzabêt Gewrîyê di civînê de amade bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştire Hîva Erebo axivî û bal kişand ser girîgiya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û got ku ji bo lidarxistina çalakiyan çi pêwîstî hebin wê bînin cîh.


Hîva da zanîn ku wê ji bo 8'ê Adarê li Amûdê festîvalê lidar bixin û dê hemû jin bi cilên xwe yên netewî tevlî festîfalê bibin. Hîva destnîşan kir ku wê di heman rojê de pêşangeheke taybet  jî ji bo tundiya ser jinan  bê pêşandan.


Piştî civînê jinan girêdana xwe ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re anîn ziman. Elîzabêt Gewriyê jî girêdayî roja 15'ê Sibatê wiha got: "Em vê rojê bi tundî şermezar dikin. Bi vê boneyê em bang li hemû jinan dikin ku yekîtiya xwe li hemberî van komployan ava bikin û rêxistina xwe xurt bikin.”


 (zb/zt)