Ji Kobanê re silav roja 163'an şandin

12:53

 


JINHA


RIHA - Bi sedan welatiyên li gundên Miseynter û Elîzerê nobeta berxwedanê digirin bi aliyê gundên ku ji hêla şervanên YPG/YPJ'ê ve hatine azadkirin ve çalakiya xwe berfireh kirin û di roja 163'an berxwedan silav kirin.

Operasyona şervanên YPG/YPJ'ê ji bo paqijkirina çeteyên DAIŞ'ê dane destpêkirin bi hemû hêza xwe didomeç Welatiyên ku li gundên Miseynter û Elîzerê di roja 163'an berxwedana şervanan silav kirin. Bi sedan welatiyên ku ber bi gundên ji çeteyan ve hatine rizgarkirin ên li aliyê rojhilat û rojavayê Kobanê ve çalakiya xwe firah kirin. Welatiyên ku ji Vartinisa Mûşê û Erdîşa Wanê hatibûn zincîra mirovan ava kirin û berê xwe dan Kobanê. 

Welatiyên ku bi destên hev girtin bejna xwe li ber berxwedana Kobanê tewandin û alên PKK, KCK, YPG, YPJ û TEV-DEM'ê hilgirtin. Welatiyan bênavber dirûşm berz kirin û hewl dan dengê xwe bigihînin berxwedêran. 

(zt)