Ji xwendekarên Zanîngehê alîkarî ji bo Kobaniyan
13:40
JINHA
RIHA - Xwendekarên Zanîngehê yên li Silopiyê dixwînin, alîkariya barê TIR'ekê ya ji bo welatiyê Kobanê kom kirin gihandin Pirsûsê.
Alîkariya ji bo Kobaniyên li 6 wargehên li Pirsûsê û gundên li navçeyê bicih bûne, dewam dike. Platforma Xwendekarên Zanîngehê yên navçeya Silopî ya Şirnexê, bi hatineya ji konsera piştevaniya Rojava ya 7'ê Sibatê re, zexîre alîkari barê TIR'ekê radestî Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Rojava re ya Şaredariya Pirsûsê kirin. Hat ragihandin ku alîkarî ji tonek miqarne, 600 qutî bîskuvî, hezar 200 lître rûn, 720 kîlo ava bacanan, 113 kolî kel û melên hîjyenê yê jinan, hezar 808 kevnikê pêçandina zarokan, 100 qutî şekir, 100 kîs birinc, 100 pakêt mamayê zarokan pêk tê.
Berdevkê Platformê Celal Tosûn da xuyakirin ku wan alîkarî li gel hatineyên Konseya Piştevaniya Rojava, bi alîkariya Şaredariya Silopî, esnafan û ciwanên navçeyê kom kirine û wiha got:"Ji bo ji nû ve avakirina Kobanê em bang li tevahiya ciwanên xwe, gelê xwe dikin ku seferber bibin."
(zt)

