Ji bo Buşra Çiftçi lêgera dadê

15:16

 


JINHA


WANDi kanuna sala 2014’an de li navçeya Erdişa Wanê diz ketibûn mala Buşra Çiftçi qirika wê birîbûn û wê qetilkiribûn. Malbata Buşra li gel saziyên jinan bertek nîşanî bêdengiya li hemberî qetilkirina Buşra dan û li ber avahiya Qeymeqamiya Erdişê daxuyanî dan çapemeniyê.


Di kanuna sala 2014’an de li navçeya Erdişa Wanê diz ketibûn mala Buşra Çiftçi qirika wê birîbûn û wê qetilkiribûn.  Malbata Buşra li gel saziyên jinan ji ber neronîbûna bûyerê li ber avahiya Qeymeqamiya Erdişê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de gelek pankart û dovîzên girêdayî qirkirinên ser jinan hatin hilan. Di daxuyaniyê de duruşmên weke “Mêr lêdixin dewlet jî diparêze”, “Jin jiyan azadî” û “Ji bo jiyana jinan azadî” hatin bilindkirin. Dema ku welatiyên ji bo daxuyaniyê kombûyîn xwestin bimeşin ji aliyê emniyetê ve hatin asteng kirin. Bi navê malbatê daxuyanî ji aliyê xwişka Buşra Kubra Çiftçi ve hat xwendin. Kubra got: “Ji bo êdî Buşra û Ozgecan nemirin bila dewlet çareyekê bibînin.”


Kubra da zanîn ku ji ber nêzîkatiyên darazê jin carekdinê jî rastî şidetê tên.


Piştî daxuyaniyê çalakî bi 5 deqan runiştinê bi dawî bû.


 (zt)