Şervanê MLKP’ê Emre li Kobanê jiyana xwe ji dest da
16:09
Sibat
24
/ 2015
JINHA
KOBANÊ - Berxwedana Kobanê ya bi pêşengiya şervanên YPG/YPJ hatiye destpêkirin şoreşgerên tirk jî tevlî dibin. Di şerê Kobanê de şervanê MLKP'ê Emre Aslan (Elîşêr Dêrsim) jiyana xwe ji dest da.
Di nava şoreşgeran de hêza herî mezin şervanên Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) cihê xwe digirin. Di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de şervanê MLKP'ê Emre Aslan (Elîşêr Dêrsim) jiyana xwe ji dest da. Tê payîn ku MLKP der barê şehadeta Emre de daxuyaniyê bide çapemeniyê.
(zt)

