Ji rojnamegeran xwestin wêneyên YPG/YPJ'ê nekişînin
16:19
JINHA
RIHA - Rojnamegerên ji bo dîtina cihê nû yê Tirba Suleyman Şah derbasî Kobanê bûn, nekarîn ji qadeke 3 metrekareyî derkevin. Leşkeran nehiştin gundê Eşme yê ji al û şervanên YPG/YPJ û wêneyên Ocalan bê kişandin, banga hesasiyetê li rojnamegeran kirin.
Piştî veguhestina Tirba Suleyman Şah a operasyona hevpar a leşkerên tirk û hêzên YPG/YPJ'ê pêk hat, xebatên ji bo çêkirina tirba nû ya li gundê Eşme yê Kobanê dewam dikin. Midûriyeta Giştî ya Enformasyonê ya Çapemeniyê ya Serokwezaretiyê, bi qasî 50 rojnameger birin Girê Eşmeyê ku cihê lê tirbe tê çêkirin. Rojnamegerên ku bi leşkerên ji Qereqola Sînor a Bîleklî derbasî binxetê bûn dîmenê karê çêkirina tirbê kişandin.
Dema rojnamevan ji Qereqola Sînor a Bîleklî derbasî binxetê dibûn, rayedarekî leşkerî hat cem wan, îda kir ku operasyon bi tenê ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirk ve hatiye kirin û divê nûçeyên werin nivîsandin jî bi vî rengî bin. Rayedarê leşkerî îdîa kir ku bi hêzên YPG/YPJ'ê re operasyoneke hevpar nehatiye kirin û wiha got: "Li aliyê din ê sînor, gelek rêxistin hene. Spekulasyonan dikin û dibêjin li dora Tirba Suleyman Şah hin rêxistin nobedê digirin. Em ji we rica dikin ku bi tenê wêne-dîmenê leşkerên me yên li wir bikşînin. Di vî warî de em li benda hesasiyetê ne." Rayedarê leşkerî bi van gotinan ji rojnamegeran xwest ku dîmenê al û şervanên YPG/YPJ'ê nekişînin.
Rojnamegerên xwe gihandin Tirba Suleyman Şah li qadeke ji 3 metrekareyî ya dora wê bi şerîtê hatibû girtin, wêne û dîmen kişandin.
Di karê çêkirina Tirba nû ya Suleyêman Şah de 82 leşker li ser erdekî ji 10 donimî bi 22 maşînên dixebitin.
(zt)

