Alîkariya Syrîza ya ji bo Kobanê li gumrikê aliqî

16:34

 


JINHA


RIHA - Heyeta Piştevaniya bi Kobanê re ya di pêşengiya Partiya Syrîza ya Yunanîstanê de hat avakirin, diyar kir ku TIR’ek alîkariya ji bo Kobanê anîne ji aliyê rayedarên Tirk ve li Deriyê Gumrikê yê Îpsala hatiye rawestandin.


Heyeta Piştevaniya bi Kobanê re ya di pêşengiya Partiya Syrîza de hat avakirin, hat Pirsûsê. Heyeta ji 23 kesan a di nav de Parlamenterên Ewropa Emmy Karîmalî û Georgîos Karatsîoubanis, Berpirsyarê PYD’ê yê Yunanîstanê Dr. Îbrahîm Muslim, gelek rojnamevan û xebatkarên tenduristiyê hene ji aliyê berpirsyarên dîplomasiyê yê Mustafa Can û Mustafa Dogal ve li Navenda Çand û Hunerê ya Amara hatin pêşwazîkirin. Heyet piştî civîna bi Koordînasyona Krîzê ya Kobanê re, konbajar û gundên berxwedana nobetê lê didomin ziyaret kirin. Heyet paşê derbasî Şaredariya Pirsûsê bû û Hevşaredar Zûhal Ekmez ziyaret kirin.


Parlamenter Emmy Karîmalî di axaftina xwe ya li vir got ku bi kampanyaya piştevaniyê re TIR’ek alîkarî hatiye komkirin, lê TIR li Deriyê Sînor êÎpsala hatiye astengkirin û du roj in tê rawestandin. Emmy diyar kir wek heyet dixwazin derbasî Kobanê bibin û got,  “Li ser çavderiyên li Kobanê em dixwazin têkildarî avakirin û pêdiviyên Kobanê raporekê amade bikin.”


Zûhal Ekmez jî, der barê Kobaniyên li kombajaran agahî da û kêfxweşiya xwe ya ji bo serdana heyeta Yewnanîstanê kêfxweşiya xwe anî ziman.


Çavlirê ye heyet sibe derbasî Kobanê bibe.


(zt)