Li Til Hemîs û Til Temirê 97 çete hatin kuştin
16:43
JINHA
QAMIŞLO - Di roja sêyemîn a operasyona têkbirina gefên li ser Kantona Cizîrê de li Til Hemîs û Til Temirê derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê hatin xistin. Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku li derdora Til Hemîsê gelek gund hatine rizgarkirin û li van her du herêman 97 çete hatine kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê ragihand ku operasyona hêzên YPG/YPJ'ê ya li başûrê Qamişlo ji sê baskan ve pêk tê û her diçe bi pêş ve diçe. YPG'ê da zanÎn ku heta niha gelek gund û deverên stratejîk ji terorîstan rizgarkirine û wiha got: "Li bakurê Til Hemîsê, gundê Mişêrfa, Hedewiya mezin û biçûk û çewlikek mezin a li nêzikî gundê Mişerfa ji terorîstan hatiye rizgarkirin. Li heman herêmê rêya Tiwêl piştî şerê dijwar û dirêj ketiye bin kontrola hêzên me."
Li Tilhemîsê 50 çete hatin kuştin
YPG'ê destnîşan kir ku şervanên wan li başurê Til Hemîsê jî gelek gund ji terorîstan rizgarkirine û wiha pê de çû: "Gundên Xessan, Xwêtla El Cewala, Topirz, Um El Diwêl, Til Tahîn, Qurtuba, Hums, Zehra, Zehran, Yesrîb, Begaa ya yekem û duyemîn, Ebu Xezrafa, santrala Um Diwel û rêya stratejîk a Xessan ji terorîstan hatin rizgarkirin. Di vê operasyonê de doh 50 terorîst hatin kuştin, termên gelek terorîstan, çek û cebilxane ketiye kontrola hêzên me. Hêzên me li eniya başur, bakur, û rojhilatê Tel Hemîsê pêşve diçin. Di nava 24 saetên dawî de 2 hevalên me bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn."
Til Temirê jî 47 çete hatin kuştin
YPG'ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê piştî debên giran li eniya Qamişlo-Hedad û Cezaa xwarin duh danê sibê li Til Temirê êrîş kirine û wiha domand: "Lê ev êrîş di asteka bilind de hatiye têkbirin. Duh danê sibehê şerê li herêmê bê navber dewam kiriye. Di vî şerî de bi qasî ku hatiye tesbîtkirin 47 terorîst hatine kuştin. 19 termên terorîstan ketine kontrola hêzên me. Her wiha hêzên me dest danîn ser 2 BKC, 2 roketên B7, 7 keleşnîkof, 3 M16 û gelek alavên leşkerî."
(zt)

