Li Wanê KJA amadekariyên mitînga mezin ya 8’ê Adarê dike

09:36

 


Gulşen Koçuk/JINHA


WAN – Endama Komîteya Amadekar ya mitînga 8’ê Adarê ya Wanê Nazmiye Acar girêdayî xebatên xwe axivî û wiha got: “Emê bi jinên di berxwedana Kobanê de xwe bi rêxistin bikin û jiyanê azad bikin. Ne tenê 8’ê Adaêr divê di tu rojan de jin hev û din bi tenê nehêlin û rêxistina xwe bi hêz bikin.”  


Ev nêzî 30 salane li Tirkiyê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê tê pîroz kirin. Jin bi tekoşîna xwe ya li hemberî deshilatiya mêran her sal zêdetir bi hêz organîze dikin. Îsal jî dê hefteyekê li herêmê û tevahiya Tirkiyê çakakiyên 8’ê Adarê berdewam bikin û herî zêde dê berxwedana YPJ’ê mora xwe li çalakiyan bidin. Kongreya Jinên Azad (KJA) li hemberî qetilkirina Ozgecan Aslan û polîtîkayên dewletê yên tayîbet ser Cizîrê bi duruşma “Em bi jinên di berxwedana Kobanê de xwe bi rêxistin bikin û jiyanê azad bikin” li Wanê jî lez dan xebatên xwe.


‘Em 8’ê Adarê pêşkêşî jinên berxwedêr dikin’


Rêvebera Navenda DBP’ê ya Wanê û Endama Komîteya Amadekar Nazmiye Acar beriya nirxandinên bernameya xwe Ozgecan Aslan ya kul i Mêrsînê hat qetilkirin bi bîr anî û paşê dest bi axaftina xwe kir. Nazmiye da zanîn ku her roja diçe ew zêdetir nûçeyên qetilkirinên jinan dibihîsin û wiha got: “Em dixwazin 8’ê Adarê pêşkêşî jinên li Kobanê di berxwedanê de bikin. Em bi jinên di berxwedana Kobanê de xwe bi rêxistin bikin û jiyanê azad bikin.”


Dê starta çalakiyan di 25’ê Sibatê de dê bê dayîn


Nazmiye destnîşan kir kul i gel hemû şerê jinan yê li hember pergalê jî wan di sed sala 21’an de bi armanca bûyîna mînak ji bo hamû jinan dest bi xebatên xwe yên 8’ê Adarê kirine. Nazmiye derbirî ku dê çalakiyên 8’ê Adarê îsal ji navçeyan despêbikin û wiha domand: “Emê starta çalakiyên xwe bidin. Emê starta çalakiyên xwe bi hemû têkelên xwe re bi hev re bidin. Di heman rojê de emê piştî daxuyaniyê li gel hemû têkela xwe bi heskirinên mezin ji hevalên xwe yên jin yên di girtîgehan de li ber xwe didin re kart bişînin.”


‘Armanc rêxistinbûne’


Nazmiye anî ziman ku divê ked û tekoşîna jinan bi rojekê neyê sînordar kirin. Nazmiye bilêv kir ku dê her roj li du navçeyan çalakiyên 8’ê Adarê bi panel, sermîner û şahiyan bidomin û wiha berdewam kir: “Armanca me jin ji malan derxistin û tevlî xebatên civakî kirinêye. Armanca me di kesayeta Kobanê de bi duruşma ‘Em li hember şer, tacawîzê bêdeng nemînin’ em ji bo hev bibin alîkar.”


‘Dê 8’ê Adara îsal zêdetir bedewbe’


Xebatkara Navenda Jiyana Jinan û Endama Komîteya Amadekar Adile Duman jî diyar kir ku wan ji bo çalakiyên 8’ê Adara îsal amadekariyên gelek berfireh kirine û got: “Çalakiyên îsal hem weke bîranîn û hem jî weke şahîne. Me li gorî daxwazên gel bernama çalakiyan amade kiriye. Dê 8’ê Adara îsal zêdetir bedew derbas bibe. Ji ber bernama îsal gelek dewlemend û dagirtiye. Me pêvajoyak ya Kobanê ya k udi hemû çapemeniya cîhanê de cîh girtî jiyan kir. Di nava wê pêvajoyê de me pêvajoya jinan jiyan kir. Ji ber hevalên me yên jin yên li Kobanê şehîd ketine dê 8’ê Adara îsal weke bîranîn bibe.”


‘Dê raperîna jinan raperînek pîroz be’


Adile anî ziman ku dê din ava çalakiyan de Ozgecan Aslan, Arîn Mîrxan û Kader Ortakaya jî bên bîranîn. Adile anî ziman ku qetilkirina Ozgecan û Kader îşaretên mêr û dewletêne. Adile bilêv kir ku dê bibin şopdarê Arîn Mîrxan û wiha domand: “Emê îsal terora mêr û dewletê şermezar bikin. Dê raperîna jinan bibe raperînek pîroz. Emê bi mitînga jinan ya mezin di 4’ê Adarê de hemû hevalên xwe bi bîr bînin.”


 (zt)