Amedekariyên 8'ê Adarê li Qamişlo despêkirin
09:39
Jiyan Hêvî/JINHA
QAMİŞLO – Li bajarê Qamişlo jin li hev civiyan û bernameya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê derxistin. Jinan ji bo çalakiyên 8’ê Adarê 7 komusyon derxistin û diyar kirin ku dê çalakiyan bi duruşmên ‘Berxwedana Arînan û Tolhildana Sakîne û Rozeyan e’, ‘Serkeftina Kobanê serkeftina jinane’ û ‘Azadiya Rêbertiyê azadiya jinane’ lidarbixin.
Jinên Rojava bi boneya bernameya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li hev civiyan û dê bernama 8’ê Adarê çawan zêdetir baş bê lidarxistin civînek berfireh girtin. Di civînê de Yekîtiya Star, YPJ, Asayîş, beşa jinan ya PYD’ê, Komisyona Jinan, TEVDEM, Buroya Jinên Ereb, Hevgirtina Jinên Suryanî, Partiya Guherîner û Jinên Endamên Partiya Çep amadebûn. Seroka Meclîsa Yekîtiya Star Welîde Botî girêdayî 8’ê Adarê agahî da û diyar kir ku 8’ê Adara îsal di serî de jinên di berxwedana Kobanê de cîh digirin û tekoşîna hemû jinên Rojava dê mora xwe li hemû çalakiyên 8’ê Adarê bidin. Welide balkişand ser rola jinan di avakirina xweseriya demokratîk de û wiha got: “Banga min ji bo hemû jinên Rojava û Kurdistanê ji bo em dengê xwe bigihînin hemû cîhanê tişta pêwîst em bikin.
Dê berxwedana jinên Kobanê derkeve pêş
Welîde dest nîşan kir ku wan di civînê de 7 komîte ji bo amedekariyên pîrozbahiyê bi rêve bibe destnîşan kirine û wiha domand: "Komîta ewlekariyê, Komîteya amedekirina dikê, xemlandina bajêr û paqijkirina wê, Komîteya pirograma pîrozbahiyê, Komîteya tenduristiyê, Komîteya pêşwazîkirina mêvanan û Komîteya bajaran hatin hilbijartin.”
Welîde anî ziman k udi civîna wan de xala herî giring jî destnîşankirina durişmeyên ku wê di 8'ê Adarê de bên hildan bû û wiha berdewam kir: “Durişmeyên berxwedana jinên Kobanê û qehremantiya wê pîroz dike esas girtine, li gel wê yekê durişmeyên ku girîngiya azadiya jinê û têkoşîna wê ji bo civakeke demokratîk, Rojavayeke demokratîk, Suryeyeke demokratîk û Rojhelateke Navîn a demokratîk jî hatin esas girtin. Hin durşmeyên ku hatin destnîşankirin jî wiha ne: ‘Berxwedana Arînan Tolhildana Sakîne û Rozaya Ne’, ‘Serkeftina Konbanê Serkeftina Jina Ne’, ‘Jina Azad Nasnama Me Ya Netewa Demokratîk Li Suriyê û Rojhelata Navîn e’, ‘Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê Ye’, ‘Azadiya Rêber APO Azadiya Jinê Ye’, ‘Jin Li Kurdistanê Bi Rêxistin û Berxwedaniya Xwe Ber Bi Azadiyê Ve Dimeşin’ Li Rojava Her Roj 8'ê Adarê Ye... ‘"
Di dawiyê de Welîde Botî da xuyakirin ku li gel pîrozbahiya merkezî ya ku wê li Qamişlo bê çêkirin wê di hemû bajarên din ên kantona cizîrê de jî pîrozbahî bên çêkirin. Welîde bilêv kir ku lewma di hemû bajaran de jî komîteyên amedekar hatine sazkirin.
Her wiha di vê civînê de hat diyar kirin ku pêwîste tevayî jin bi cil û bergên xwe yên netewî tevlî şahiyê bibin.
(jh/zt)

