Zarokên Kobanê dest bi werza duyem kirin
09:48
JINHA
RIHA - Berpirsyarê komîsyona perwerdeyê Enwer Omer û mamosteya zimanê kurdî Pervîn Hemo bi munasebeta destpêkirina serdema duyem a dibistanên konbajaran derbarê perwerdeya dibistanan û naveroka dersên werza duyem de axivîn. Enwer got ku perwerde mafê zarokan yê yekemîn e û di nava hemû şert û mercên zehmet de jî vî mafî biparêzin. Mamoste Pervîn da zanîn ku armanca wan bandora şer li ser derûniya zarokan xelas bikin û zarokan tevlî jiyana asayî bikin.
Ji bo welatiyên Kobanê yên di nava konbajarên bi aliyê şaredariya Pirsûsê ve hatin vekirin de bi pêşengiya Komîsyona Perwerdeya Kantona Kobanê ji bo zarokên Kobanê her sê konbajaran de dibistan hatin vekirin. Xwendekarên li dibistanên konbajaran de dixwînin îro dest bi serdema duyemîn kir. Mamosteya zimanê kurdî Pervîn Hemo (21) ya dibistana Ferzad Kemangerê ya ku li konbajarê Şehîd Gelhat hatiye vekirin û mamoste Enwer Omer (28) xebatkarê saziya zimanê kurdî ya Kobanê derbarê destpêkirina serdema duyem a dibistanan û girîngiya perwerdeya zarokên Kobanê axivîn. Enwer da zanîn ku armanca wan yekem a perwerdeyê derûniya zarokan ji bandora şer xelas bikin û mafê zarokan yê perwerdehiyê ve ji bo wan pêşerojekê zelal ava bikin.
'Koçberî ji bo perwerdehiyê divê nebe astengî'
Mamosteya zimanê kurdî Pervîn Hemo da zanîn ku serdema yekem ji bo xwendekaran pir serkeftî derbas bibû û wiha axivî: "Me di nava şert û mercên kêm de dest bi perwerdehiyê kir. Niha rewşa me baş e ji ber ku pergala perwerdehiyê rûnişt. Li Kobanê zarokan dibistanên xwe de dixwend û me got divê ku koçberî ji bo perwerdehiya zarokên me ne be astengî. Niha me li vir dest bi serdema duyem kir û dinava zarokan de coşekê pir mezin heye."
'Divê zarok carek din vegerin jiyanê'
Pervîn diyar kir ku bernameya wan li ser pergala perwerdehiya Rojava didome û wiha got: "Serdema duyem jî bi dersên bîrkarî, jiyana hawirdorê, xwendin û nivîsandin û muzîkê vê pêk tê. Em înkar nakin bandora şer li ser derûniya zarokan çênebûye û vê çendê em hemû pratîka wan a di nava jiyanê de dibînin. Dibistan ji bo zarokan pir girîng e û armanca me jî ew e ku wateya şer û bi zanebûn pê bidin naskirin. Ji ber ku ev şer rastiyeka wan a jiyanê bû lê bi perwerdehiyên xwe ve em ê bandora şer li ser wan kêm bikin û wateya wê pê bidin naskirin. Ya duyem jî em dixwazim ku wan carek din vegerinîn jiyanê. Carna di resmên xwe de, nivîsên xwe de behsa lîstîkên xwe û malbata xwe dikin. Em dixwazin zarokatiya wan carek din bi wan bidin nasîn û bînin bîra wan."
'Mafê zarokan yê perwerdehiyê tê parastin'
Mamoste Enwer Omer jî derbarê xebatên xwe yên di nava konbajaran û Kobanê kir û got ku xebatên wan ên di nava konbajaran de didomin lê her wiha ji ber ku welatiyên Kobanê dê vegerin xebatên xwe li ser plana vegerê dimeşînin û wiha pê de çû: " Destpêka meha dehan de me li vir hemû konbajaran li gorî derfetên xwe dibistan vekirin. Armanca me ya yekem ji bo ku zarok mafê xwe yê pergala perwerdehiyê qut nebin bû. Ji bo ku zarok carek din li gorî jiyaneke asayî tevbigerin mamoste yek bi yek bi zarokan ve eleqeder dibin."
'Derûniya zarokan li gorî vegerê em amade dikin'
Derbarê zehmetiyên perwerdehiyê de Enwer got ku ji ber ku rewşekê awarte heye hinek astengî derdikevin û axaftina xwe wiha domand: " Her çiqas gelek zehmetî hebin jî me soz daye ku li hemberî hemû şertên giran jî em ê perwerdehiyê bidin zarokên xwe. Her wiha em xwe li gor rewşa vegerê jî amadedikin. Derûniya zarokan em li gor rewşa vegerê amadedikin."
'Heta zarokek tenê jî li Bakur be xebatên me dê didomin'
Enwer got ku li Kobanê jî her wiha dibistan ji bo zarokên Kobanê tên amadekirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: " Niha li Kobanê 7 mamosteyên ji bo amadekariyên dibistanan li ser karin. Her wiha li Kobanê jî niha zarok hene û ji bo wan jî dibistan hatine vekirin. Niha li Bakur 5 hezar û 500 xwendekar hene. Zarok kulîlkên jiyanê ne ger zarok nebin jiyan nayê xemilandin. Dema ku me li vir derûniya zarokan didît em pir pê diêşiyan. Heta zarokek bi tenê jî bimîne li Bakur dê xebatên me yên perwerdeyê didomin. Ji ber ku li Kobanê hemû bîna hatine hilweşandin û cihê perwerdeyê jî tuneye em bang li hemû dewletên navneteweyî û mirovan dikin ku bibin alîkar."
(kom/zt)

