Hat îdiakirin ku AFAD li koçberên Kobanê guhdar dike
09:55
JINHA
RIHA - Hat îdiakirin ku li wargeha AFAD'ê ya dewletê ji bo koçberên Kobanê hatiye avakirin cîhazên deng tomardikin hatiye bi cîh kirin. Welatiyên Kobanê yên li wargeha AFAD'ê dimînin ji ber ku bi gumana tên guhdarkirin bifikarin û bertek nîşanî dewleta Tirkiyeyê dan.
Sosreta wargeha AFAD'ê ya ku pistî 4 mehan koçberên welatiyê Kobanê ji aliyê dewletê ve hat avakirin didome. Hat îdiakirin ku li wargeha AFAD'ê ya dewletê ji bo koçberên Kobanê hatiye avakirin cîhazên deng tomar dikin hatiye bicihkirin. Welatiyên Kobanê yên li wargeha AFAD'ê dimînin ji ber ku bi gumana tên guhdarkirin bifikarin û bertek nîşanî dewleta Tirkiyeyê dan. Welatiyan ji ber ku bi îxtîmala hatin guhdarkirin diyar kirin ku ev helwesta mudaxeleya jiyana wan a teybet hatiye kirin û ji bo ew cîhazên di konên wan de hatine tespîtkirin pêve dê êdî nema li konên AFAD'ê dimînin. Koçbera bi navê Nûhan Berkel diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê amûrên guhdarkirinê xistiye konên koçberên Kobanê û dengê tomar dikin. Nûhan da zanîn ku AFAD bi vê pêkanînê êrîşî jiyana wan a xweser kiriye.
'Ev ne însanetî ye'
Nûhan destnîsan kir ku cîhazên dengan guhdar dikin xistinin hemû konan û wiha axivî: "Dema em ji ber êrîsên çeteyên DAIŞ'ê reviyan em hatin cem wan me got qey wê xwedî li me derkevin û me biparêzin. Niha derket holê ku me bi dizî guhdar dikin. Ji bo çi me guhdar dikin. Em duh bi vê guhdarkirinê hisiyan. Ma ev ne şerm e? Ev ne însanetî ye. Em vê yekê bitu awayî qebûl nakin. Her roj bi balafiran li ser konên me digerin û me dixin kemeraya. Em rojekê jî li vir nema dimînin. Em ji ber çeteyan reviyan lê ev ji çeteyan jî xirabtir in. Li hemû kamera bi cih kirine. Em çi dikin hemû dibînin. Derdora me hemû girtiye. Tu cudatiya wê ji girtigehê tune ye. Dema em derdikevin, li çentê me dinerin, vala dikin. Dibêjin qey em di girtîgehê de ne."
'Rayedar û xebatkarên AFAD'ê li ser navê me dewlemend bûn'
Nûhan bi lêv kir ku li ser navê wan ji gelek deveran pere ji wan rê tê û hemû rayedar û xebatakarên AFAD'ê li ser perê ji wan re têbe zengîn bûnin. Nûhan got ku perê didin wan jî têrî xwarina wan nake û her tistên wan buhaye û wiha domand: "Ji bo xwarinê mehê 85 TL didin me. Her tist buha ye. Her tist zêdeyî du sê qatê fiyatên wan didin me. Ev rayedaran li vê derê dixebitin hemû dewlemend bûn, em jî li vir şerpeze bûn. Ne sîr û efadê zarokên me heye. Em ji Kobanê pêvtir tiştekîdin naxwazine. Bila konên wan serê wan bixwe. Ne ew bin û ne jî xêra wan be."
Bersivên nakokî
Fadîle Kenco jî anî ziman ku ew jî du roj berê li cîhaza deng qeydkirinê hayî bûye û wiha axivî: "Me ev cîhaza nîşanî gelek kesan dan. Ji sedî sed a dengên guhdarkirinê ye. Ji bo çi li me guhdar dikin. Me ji rayedaran jî got. Ji me re gotin 'Ji bo ewlehiya we ye'. Ewilî gotin ev 'ji bo agir e' lê em li ser sekinîn. Em dîsa çûn cem wan vê dawiyê jî ji me re gotin ku 'ev ji bo diziyê ye'. Ev çi feraset e? Gelo xwedîderketina we ev e?"
Peywirdarên Midûretiya Giştî ya AFAD'ê kir jî diyar kirin ku heta niha tu gilî ji wan re ne hatiye û gotin ku li Midûriyeta Polîsan a Pirsûsê bigerin.
(kom/zt)

