Perspektîfa despêkê ya KJA yê ji bo 8’ê Adarê
11:08
Bêrîtan Canozer - Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED – KJA girêdayî 8’ê Adarê perspektîfên xwe diyar kir. Aktîvîsta KJA yê Sêvê Demir diyar kir ku ew bi duruşma ‘Emê bi jinên li Kobanê li ber xwe didin re xwe bi rêxistin bikin û jiyanê azad bikin’ û ‘Heya jin hemû azad bibin emê bimeşin’ ketine rê û got: “Em di kesayeta Arînan, Kaderan û Şîlanan banî hemû jinên Kurdistanê dikin; em bi tekoşîna hevalê xwe û xwedîderketina li keda wan ji bo 8’ê Adarê jinan vedixwînin qadan.”
Kongreya Jinên Azad (KJA) dê starta 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi duruşma ‘Emê bi jinên li Kobanê li ber xwe didin re xwe bi rêxistin bikin û jiyanê azad bikin’ û ‘Heya jin hemû azad bibin emê bimeşin’ li Cizîr û Êêrsînê bidin. Dê îsal KJA li 15 navendên cuda bi çalakiyên weke mitîng, meş û sempozyoman 8’ê Adarê pêşewazî bikin. Dê îsal Meşa Jinên Cîhanê jî bi duruşma “Heya hemû jin azad dibin emê bimeşin” ji navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê despêbike. Aktîvîsta KJA yê Sêvê Demir 8’ê Adarê, Meşa Jinên Cîhanê û perspektîfa KJA yê ya 8’ê Adara 2015’an nirxand.
‘Emê bi du duruşman bikevin rê’
Sêvê di serî de jinên di tikoşîna jinan de jiyana xwe ji dest dane bi bîranî û wiha axivî: “Em weke Kongreya Jinên Azad bi awayek cuda amadekariyên 8’ê Adara 2015’an dikin. 8’ê Adara îsal ji bo KJA yê gelek giringe. Bandorek mezin ya tekoşîna jinên kurd ser tevahî Rojhilata Navîn heye. Dê tevgerên jinan yên cîhanê Meşa Jinên Cîhanê îsal ji Bakurê Kurdistanê despêbike û em jî vê meşê gelek giring dibînin. Dê çalakiyên me yên îsal bi duruşma ‘Emê bi jinên li Kobanê li ber xwe didin re xwe bi rêxistin bikin û jiyanê azad bikin’ de bên lidarxistin. Emê bi vê duruşmê tekoşînê bikin û bimeşin. Tevgerên jinên cîhanê jî dê bi duruşma ‘Heya hemû jin azad bibe emê bimeşin’ meşê li darbixin û ev jî ji bom e gelek giringe. Emê bi hemû jinan re bi van her du duruşman beşdarî 8’ê Adara îsal bibin û çalakiyên xwe li darbixin. Em weke KJA Şoreşa Rojava û Şoreşa Kobanê weke şoreşa jinan dibînin.”
‘Emê starta 8’ê Adara îsal li Cizîr û Mêrsînê bidin’
Sêvê bilêv kir ku her sal ew li navendek cuda starta çalakiyên 8’ê Adarê didin û wiha domand: “Îsal jî me ji bo starta çalakiyên xwe Cizîr hilbijart. Ji ber ew cîh ji bo me di aliyê tekoşîna jinan, dîrok, çand, berxwedan û rêxistinî de giringe, ji ber wê jî me xwest em starta çalakiyên xwe li Cizîrê bidin. Em li hemû navendên Kurdistanê di çarçoveyek berfireh de amadekariyên çalakiyên xwe dikin. Em tenê 8’ê Adarê di rojekê de sînor nakin ji bom e her roj roja jinane. Emê hefteyekê çalakiyên 8’ê Adarê berdewam bikin. Divê di vê rojê de jin li xwe xwedî derkeve. Emê li 15 navendan mitîngên girseyî li darbixin. Her wiha emê li hemû navendan meş, panel û semîneran lidarbixin. Li gel vê jî me talebkir ku Meşa Jinên Cîhanê ya îsal ji Nisêbînê despêbike. Ji bo jinên cîhanê jî berxwedana jinên Rojava bandor bibin bi kelecan pejirandin.”
Armanca meşê beşdariya 3 hezar jinane
Sêvê destnîşan kir ku amadekarî hem li kantona Cizîrê û hem jî li Nisêbînê hatine kirin û wiha bedewam kir: “Dê Meşa Jinên Cîhanê di 6’ê Adarê de ji Nisêbînê despêbike. Ji bo pêşewazîkirina mêvanên dê ji bo Meşa Jinên Cîhanê ji her çar aliyên Cîhanê û Rojhilata Navîn bên hevalên me din ava amadekariyan denin. Dê li Nisêbînê gelek çalakî bên li darxistin. Di roja despêkê de dê li Nisêbînê keda jinan, ekolojî, Rojava û xwesweriya demokratîk ser jineolojiyê sempozyum bên li darxistin. Di roja duyem de jî dê li kantona Kobanê mitîngek bê li darxistin û ji hemû deverên herêma Botanê de tevlîbûn çêbibin. Em li bendêne ku di qada Nisêbînê de 3 hezar jin kom bibin. Dê di 7’ê Adarê de ji Nisêbînê ber bi Mêrdînê ve meşek mezin despêbike. Paşê jî ji Mêrdînê ber bi Amedê ve dêbikevin rê.”
Dê mêvan ji aliyê gel ve bên pêşewazî kirin
Sêvê derbirî ku dê mêvanên ji bo Meşa Jinên Cîhanê bên Bakurê Kurdistanê ji aliyê gel ve bên pêşewazî kirin û wiha dom kir: “Mêvanên me em agahdar kirin ku ew naxwazin li otelan bimînin, dixwazin nava gel de bimînin, li ser wê me jî malbat agahdar kirin û dê din ava gel de bimînin. Dê her malbatek 2-3 mêvanan di mala xwe de bigirin. Li gel van hemûyan mamadekarî ber bi qedandinêne. Dê malbatên me çanda Kurdistanê hînî wan bikin. Dê ev meş hemû jinên cîhanê bigihîne hev. Dê jinên ji Amed, Mêrdîn, Cizîr û Ewrupayê tekoşîna xwe ya hevpar xemgînî û şanaziyên xwe bi hev re par bikin.”
‘Li Amedê jî amadekarî tên kirin’
Sêvê bilêv kir ku dê Meşa Jinên Cîhanê di 8’ê Adarê de jî li Amedê bê li darxistin wiha pêde çu: “Ji ber wê jî li Amedê jî amadekarî tên kirin. Hemû amadekariyên li Nisêbîn û Mêrdînê tên kirin li vêderê jî tên kirin. Dê li vêderê jî pêşewaziyek bi wate bê kirin. 8’ê Adara îsal ne tenê ji bom e ji bo hunermendan jî gelek bi wateye. Ji bo di mitîng û şahiyên me de cîh bigirin dema me ji wan re gotin bi kelecan pejirandin. Ji bo beşdariya wan em ji bo wan jî sipas dikin.”
Ji bo hemû jinan banga bilindkirina berxwedanê
Sêvê di dawiyê de balkişand ser şoreşa jinan ya di Rojhilata Navîn de şax dayî û wiha domand: “Çawa kut ê gotin sed sala 21’an sed sala jinane, di kesayeta Sakîneyan, Bêrîtanan û Arînan şoreşa jinê berdewam dike. Em bi berxwedana Arînan, Kaderan û Şîlanan bang li hemû jinan dikin; bila hemû jin bi giyana tekoşîna hevalên me beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê bibin û li berxwedana wan xwedî derkevin.”
(zt)

