Ji bo YPG/YPJ'ê silava roja 164'an

12:51

 


JINHA


RIHA - Welatiyên li sînorên gundê Kobanê nobetê digrin berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê ya roja 164'an silav kirin.

Di pêşengiya şervanên YPG/YPJ’ê operasyonên paqijkirina gundên Kobanê li rojava li Firat, li rohilat û Başur,berbi nokteyên ku çeteyên DAIŞ’ê di 15’ê îlonê de jê dest bi êrîşan kiribû ve diçe. Welatiyên li gundên sînor nobetê digirin jî çalakiyên xwe girêdayê pêşdeçûna şervanen YPG/YJ’ê ya sînor ya rojava û rojhilat didomîne. Li gundê Miseynter, Mehser û Elîzerê çalakgerên nobetê digirin berê xwe dan Kobanê û şervanên YPG/YPJ'ê silav kirin.

Çalakgerên ligel hewaya sar alên PKK, YPG, YPJ, KCK û TEV-Demê hildan û bi dirûşmên "Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê", "Bijî berxwedana YBŞ/HPG’ê", "Biji berxwedana Kobanê" berzkirin û hewl dan dengê xwe bigihînin şervanên YPG/YPJ’ê.

(zt)