Du nûçegihanên DÎHA'ê hatin binçavkirin

13:22

 


JINHA


AMED - Xebatakarê Ajansa Nûçeyan ya Dîcleyê Vedat Dag û nûçegihanê wan Cihan Başakçiglu ji aliyê tîmên taybet ve bê hincet were nîşan dan hatin binçavkirin.

Xebatkarê Ajansa Nûkçeyan a Dîclê ( DÎHA) Vedat Dag û nûçegihan wan Cihan Başakçiglu dema ji buroyê ji bo şopandina nûçe derketin ji aliyê tîmên taybet ve bê hincet were nîşan dan hatin binçavkirin. Buroya Ajansê ya li taxa Huzurevlerî ya navçeya Peyasa Amedê ye wesayîta ajansa wan ji aliyê polîsan ve hat rawestandin destê nûçegihan û xebatkarê wan kelepçe kirin û li wesayîta polîsan siwar kirin. 

Hat zanîn ku Vedat û Cîhan birin midûriyeta polîsan û wesayîta ajansa wan jî desteser kirin û birin hewşa midûriyetê.

(zt)