Şervanê YPG'ê Ahmet Tekîn jiyana xwe ji dest da

14:19

 


JINHA


RIHA - Şervanê YPG'ê Ahmet Tekîn (Baran Argeş) di şerê li Kobanê birîndar bû ligel hemû hewldanên rizgarinê jiyana xwe ji dest da.

Şervanên YPG/YPJ'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê Pêngava Azadkirina Kobanê da destpêkirin û derbên giran li çeteyan dixin. Şervanê YPG'ê Ahmet Tekîn (Baran Argeş) di şerê li hemberî çeteyan de birîndar bû û anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Ji ber rewşa Tekîn xedar bû ew rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê. Ligel hemû helwdanan Tekîn jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Tekîn ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî. Piştî otopsiyê cenzayê Tekîn bi dirûşmên "Şehîd namirin" ber bi Êlihê ve hat birêkirin.

(zt)