Cenazeyê şervanên azadiyê Emre û Ozgur anîn Pirsûsê
14:48
JINHA
KOBANÊ - Cenazeyê şervanê MLKP’ê Emre Aslan (Elîşêr Dêrsim) ku li Kobanê li gundê Cedê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê şervanê YPG’ê Ozgur Artan (Egîd Rojhilat) ku li girê Sêwê jiyana xwe ji dest da piştî merasîma ji bo wan hat kirin şandin Pirsûsê.
Cenazeyê şervanê MLKP’ê Emre Aslan (Elîşêr Dêrsim) ku li Kobanê li gundê Cedê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê şervanê YPG’ê Ozgur Artan (Egîd Rojhilat) ku li girê Sêwê jiyana xwe ji dest da piştî merasîma ji bo wan hat kirin şandin Pirsûsê. Ji bo şervanên MLKP’î Emre Aslan (Elîşêr Dêrsim) û şervanê YPG’ê Ozgur Artan (Egîd Rojhilat) li Saziya Malbatên Şehîdan merasîmek bîranînê pêk hat. Şervanên MLKP, YPG û welatiyên kobanî tevlî bûn. Di merasîmê de bênavber dirûşmên ‘Şehîd namirin’, ‘Şehîdên şoreşê nemirin’, ‘Elîşêr Dêrsim nemire’ hatin berzkirin û piştre deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê Malbatên Şehîdên Kobanê Mustafa Eyto di merasîmê de ev tişt anî ziman: "Em minetdarê şehîd Elîşêr û şehîd Rojhat ku ji rêya Denîzan, Hakiyan û Kemalan tevlî têkoşîn azadiya Kobanê bûne, ne.”
Şervanên MLKP’î Seydo Azad jî got ku şervanên azadiyê li dijî çeteyan berxwedaneke bêhempa dimeşînin û wiha axivî: “Elîşêr Dêrsim guh da banga partiya me ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê. Di eniya herî pêş de cih girt. Em serbilind in. Em serî li dijî çeteyên DAIŞ’ê netewand. Heta xaka Kurdistanê azad nebe, em ê li dijî DAIŞ’ê têbikoşin.”
Piştî merasîmê cenazeyê Emre û Ozgur ji Deriyê Murşîtpinarê anîn Pirsûsê. Malbat û rayedarên MEYA-DER ku cenaze ji deriyê sînor girtin, birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Cenaze ji aliyê sedan kesî ve
rakirin morgê û piştre wê bişînin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê.
(zt)

