Di şerê li Şengalê de Şervana YJA Starê Vînar jiyana xwe ji dest da

15:29

 


JINHA


ŞENGAL - Di pevçûnên Pêngava Azadkirina Şengalê de 5 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, yek jî bi saxî hat zevtkirin. Di şer de gerîlaya YJA Starê Vînar Semsûr jiyana xwe ji dest da.


Fermandariya HPG'ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê der barê pevçûnên li Şengalê de daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê HPG/YBŞ'ê li ser pevçûnan ev agahî dan: "Di 24'ê Sibatê saet di 20:30 de li taxên Sûka û Kadîfî li hemberî çeteyan çalakiyek hatiye lidarxistin. Di çalakiyê de 2 çete hatine kuştin. Di 24'ê Sibatê, hêzên berxwedanê yên HPG/YJA Star, YBŞ û Şêx Xeyrî, bi pêngaveke operasyonî re gundê Sîkiniye û girê parastina gund dike, 2 gir û nîzamiya li Geliyê Şîlo xistin bin kontrola xwe. Danê nîvro yê heman rojê çete li hemberî herêmên hatin kontrolkirin ketin nava tevgerê û heta êvarê pevçûn qewimîne. Di van pevçunan de 2 çete hatine kuştin, gelek çete jî birîndar bûne. Di vî şerî de dûrbînek û rextekî çeteyan jî hatine desteserkirin.”


HPG/YBŞ'ê dan xuyakirin ku di pevçûnan de gerîla Vînar Semsûr (Kader Korkmaz) a ji Meletiyê jiyana xwe ji dest daye û gotin, "Gerillaya me ya YJA Starê hevala me Vînar Semsûr a di van pevçûnan de cihekî aktîf di berxwedanê de girt û di pêngava azadkirina Şengalê de kedeke mezin da, bi nîşandana mînaka lehengiyê gihaşt şehadetê. Rêhevala Vînar ku ji kêliya tevlî refên têkoşîna azadiyê bûye û pê ve hem di kesayetiya xwe de hem jî li qadên lê bû hewl da pêşketineke mezin biafirîne û bi sekna xwe ya mînakdar berpirsyariyên mezin daye me rêhevalên wê. Dilsoziya me ya bi bîranîna wê re, wê her tim pêkanîna serketinê be."


Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 24'ê Sibatê saet di 15:00 de, li hemberî tevgera çeteyan a li xeta Geliyê Şîlo û Barê û hat gotin "Di encama vê çalakiya ku bi şêweyê xwe berdana nav pêk hat de, çeteyekî DAIŞ'ê ji aliyê hêzên me ve hatiye girtin."


(zt)