Şervana YJA Starê Aycan ji aliyê bi hezaran ve hat oxir kirin

15:39

 


JINHA


WAN - Gerîlaya YJA Starê Aycan Dûman (Sorxwîn Can) a di sala 2012'an de jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wê ji aliyê bi hezaran kesî ve hat veşartin.


Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Aycan Dûman (Sorxwîn Can) li ber Restoranta Hîtî a Wanê bi konvoyeke ji sedan wesayîtî ve hat pêşwazîkirin. Dûre li Demîrkopru bi hezaran kesî cenaze hilgirtin ser milan. Jinan cenaze li ser milan birin Şehîdgeha Yenî Mahalle. Girseya gel bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê cenaze bi awayekî girseyî pêşwazî kir û dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" qîriya. Di merasîma cenaze de Hevseroka HDP'ê ya Wanê Derya Hayva, Hevserokên DBP'ê yên Wanê Hamiyet Şahîn û Parêzer Mîraz Çalli, Aktîvîstên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Nûnerên MEYA-DER'ê, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban, nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl û hejmareke zêde şêniyên bajêr amade bûn.


Piştî ku cenaze hat veşartin, ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Hevseroka DBP'ê ya Wanê Hamiyet Şahîn destpêkê mafê axaftinê girt û diyar kir ku têkoşîna Kurdistanê têkoşîneke jinê ye. Hamiyet ragihand ku ev têkoşîn ji Zîlanan, Bêrîtanan, Viyanan heta Aycanan hatiye û got, "Ji ber vê yekê wezîfeya xwedîderketina li mîrateya wan a têkoşînê, wezîfeya me ye. Em ji vê derê soza dilsoziya bi têkoşîna wan re didin."


Bavê Aycan Eyup Dûman axivî û diyar kir ku Aycan şehîda Kurdistanê ye û got, "Bila serê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd sax be."


Piştî merasîma cenaze girseya gel, çû konê serxweşiyê û ji malbatê re sersaxî xwest.


(zt)