'Keça min ez bi aliyê min ê dinê da nasîn'
09:55
Helin Yıldırım/JINHA
ANTALYA – Ayşe Deniz Karacagil (Destan Yoruk) ya ku ji ber desmala sor daye situyê xwe weke ‘popagandaya sosyalîzmê’ hat dîtin, hat girtin, 5 mehan di girtîgehê de ma û paşê beşdarî nava refên PKK’ê bû. Dayîka Ayşe Deniz Nuray Erçagan bûye berendama namzetiya HDP’ê. Nuray dibêje: “Keça min bû sedema çuna min ya Amedê û ez bi aliyê min ê dinê da nasîn.”
Ayşe Deniz Karacagil (Destan Yoruk) di dema berxwedana Geziyê de hatbû girtin 5 mehan di girtîgehê de ma û paşê di dadgehê de 103 sal ceza jê dihat xwestin û hîna doza wê berdewam dikir, li peyî xwe nameyek hêla û beşdarî nava refên PKK’ê bû. Ayşe Deniz Karacagil ya weke “Keça desmal sor” tê nasîn dema ku beşdarî nava refên PKK’ê bû bi navê Destan Yaruk tê nasîn. Di hilbijartinên parlementeriyê yên dê di 7’ê Hezîranê de bê kirin diya Ayşe Nuray Erçagan ji Partiya Gelan ya Demokratîk (HDP) ê bûye namzet. Nuray dema ku ji bo namzetiyê serî li Navenda HDP’ê ya Antalyayê da namzetiya wê hat pejirandin. Nuray diyar kir ku bandora keça wê ser namzetiya wê kiriye û wiha got: “Keça min bû sedema çuna min ya Amedê û ez bi aliyê min ê dinê da nasîn.” Nuray anî ziman ku ew li peyî duruşmên keça xwe Ayşe Deniz yên weke “Diya min her dem çepgir bûye, bijî biratiya gelan” hatiye û sedemên berendambûna xwe ya ji bo parlementeriya HDP’ê ji ajansa me ya JINHA yê re vegot.
‘Ji dilbûna gelê kurd ez gelek bandor kirim’
Nuray da zanîn ku berî niha du hefteyan wê ji bo namzetiyê HDP agadar kiriye û gelek sedemên ku wê ber bi namzetiya HDP’ê ve kişandî hene. Nuray anî ziman ku HDP hemû kesîmên civakê digire nava xwe û wiha domand: “Bi rastî ji berk u HDP partiyek ya feqîrane ji bom in gelek baş hat. Çend roj berê min bi fermî serlêdan kir. Lê ev biriyar ji dema çuna min ya Amedê ve b imin re çêbû. Sedema çuna min ya Amedê û ez bi heskirina min ya dinê da nasîn keça min bû. Dilnizmî, xwîn germi ya kurdan û êşên wan kişandine ez gelek bandor kirim. Dema k udi wêneya de seyê bi navê Lukanikon yê k udi berxwedanê de cîh girtî li Yunanistanê yên jêre di gotin: ‘hevalê min’ hebûn. Lê dema ku mijar dibe rojhilat hemû bi hev re bê deng dibin. Em îskence û weke dinê dîtina yên li rojhilatê welatê me dijîn nabînin. Erê dibe ku gelek j ime ne dijminê kurd nin; lê bi qasî tê xwestin li hemberî îskenceya û êşa li rojhilatê welatê met ê jiyîn em bi qasî tê xwestin dengê xwe dernaxin.”
‘Divê siyasetmendar din ava gel debe’
Nuray bilêv kir ku ji dema ew xwendekar bûye heya niha din ava siyasetê dene. Nuray derbirî ku divê siyasetmendar din ava gel debin, heta heger bê xwestin namzet din ava kolanan ji bo xwe bide nasîn stantan vekin û wiha berdewam kir: “Bi vî awayî jig elek kaxetên naskirinê jî xilas dibin. Lê mixabin her dem li welatê me siyaset di destê serdestan dene, cebên wan tije pere û ji gel dur disekinin. Min tuzika HDP’ê xwend, ew partiyek ya ji nava gelek feqîr derketiye û xizmetê ji bo hejaran dike. Li gel partiyek nû ye jî hêviyên mezin din ava xwe de di hewîne. Ezê çawan xebatên hilbijartinê bikim nizanim, divê despêkê ez ji malbat, xizim, cîran û nasên xwe despêbikim û wan razî bikim. Di rastiyê de ev hemû temam bûn min ji hemû yan jî bertekên erênî girt.”
‘Li Antalya piranî karkerên jin hene’
Nuray derbirî ku gelek jinên koçber yên li Antalya dixebitin hene û wiha dom kir: “Jinên weke karker li Antalya ji bo dahata xwe ya aboriyê dixebitin ne tenê ji Tirkiyê ne, her wiha şêniyek mezin ya jinên ji Gurcîstan, Suriye, Rusya, Azerbaycan û Kirgizistanê jî hatine û di karên otel û xizmetê de dixebitin hene.”
‘Yek ji cihên herî zêde mêtîngerî lê tê kirin jî otelin’
Nuray diyar kir ku yek ji cihên herî zêde mêtîngerî lê tê kirin otelên dibin banê sektoran de tên xebitandinin û wiha got: “Ew mirov di aliyê aboriyê de zoriyan dijîn û li benda sezona otelan dimînin. Ji ber bê kariyê hemû demsala zivistanê ji bo deyînê xwe bidin li benda havînê û vebûna otelan dimînin. Rewşa aboriyê bandora xwe li hindirê malbatan dike, gelek caran dibe sedema şidet û hevberdanê.”
‘Pêdiviya jinan bi ewlehî û hêviyê heye’
Nuray da zanîn ku pêdiviya jinan bi ewlehî û hêviyê heye, ji bo wê jî divê jin li hev bicivin xwe bi rêxistin bikin pirsgirêkên xwe nîqaş bikin û bi hev re rêyên çareseriyê bibînin û wiha domand. “Kes nikare bi gelek rêxistinkirî, bi wî awayî kes nikare bi jinên rêxistinkirî jî. Dê jinên Antalya jî beşdarî Meşa Jinên Cîhanê bibin û emê wan bikin mêvanê xwe. Emê bi hev re ser mijarên şideta ser jinan biaxivin û bi hev re ji bo çî bê kirin pêşniyaran pêşbixin û emê ceribandinên xwe bi hev re par bikin. Di welatê me de sosyalîzim gelek nêze. Emê jin ji bo cîhanek bê mêtîngerî bixebitin û di vê de bi ser bikevin.”
‘Li Tirkiyê guherînên bi çavan tên dîtin hatin jiyîn’
Nuray di dawiyê de balkişand ser berxwedana Gezî û Kobanê û destnîşan kir ku piştî van berxwedanan guherînên bi çavan tên dîtin li Tirkiyê hatine jiyankirin. Nuray anî ziman ku polîtîkaya AKP’ê ya tunekirin û weke yên dinê dîtîinê din ava civakê de alî derxistine û wiha berdewam kir: “Din ava gelek partî û saziyan de ji hev veqetîn yan jî hevgirtin tên jiyandin. Mahafazakarên ku her dem ji nûbûnê re na amade û kevneperest bila bizanin di welatê me de tiştek weke berê namîne û tê hemû tişt bên guherîn.”
(zt)

