Ji bo Kobanêya ekolojîst anket tê çêkirin

10:04

 


JINHA


RIHA - Bi pêşengiya Tevgera Ekolojîk a Kurdistanê, endamên Saziya Tevgera Bûka Baranê ya Ekolojîst a Kurdistanê li ser xebatên ji nû ve avakirina Kobanê dest bi xebata çêkirina anketê kir. Endamê Bûka Baranê Mehmet Kaplan diyar kir ku piştî bangewaziya Salih Muslim wan li ser medyaya civakî xwe bi rêxistin kiriye û got ku welatiyên Kobanê fikra bajarekê ekolojîst bi keyfxweşiyek mezin pêşwazî kirine. 

Berxwedana şervanên YPJ/YPG'ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li tevahiya cihanê bandorek gelek mezin li ser hemû beşên civakê û mirovan kir. Nirxên di berxwedana Kobanê de hatine afirandin bû sembola parastina hêviya tevahiya mirovahiyê. Niha jî gelek kes ji bo carek din avakirina Kobanê hewl didin tevlî xebatan bibin. Saziya Tevgera Bûka Baranê ya Ekolojîst a Kurdistanê jî yek ji wan saziyan e. Endamê Bûka Baranê Mehmet Kaplan diyar kir ku piştî bangewaziya Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ya li ser ji nû ve avakirina Kobanê wan jî xwestiye ji bo Kobanê xebateke ekolojîk bimeşînin û beriya vê xebatê jî fikr û ramanên welatiyên Kobanê bi anketekê digirin. Mehmet da zanîn ku gelek tevgerên ekolojîst yên dewletên cuda ji bo avakirina Kobanê hewl didin tevlî vê xebatê bibin.

'Em li ser medyaya civakî kom bûn'

Mehmet got ku piştî bangewaziya Salih Muslim ewilî li ser medyaya civakî xwe bi rêxistin kirine û axaftina xwe wiha domand: "Li ser hesabên me gelek kes hat cem hev û me li ser vê mijarê dest bi xebatekê wiha kir. Piştî ku me biryara xwe da em bi rêveberiya Kobanê re ketin di nava danûstandinê. Li Pirsûsê me xwest di destpêkê de em nêrîna welatiyên Kobanê yên ku derbarê avakirina Kobanê de bigrin." 

'Agahiyên welatiyên Kobanê girîng e'

Mehmet bilêv kir ku heta niha welatiyên Kobanê bi dilgermî nêzîkî vê xebata me dibin û wiha pê de çû: " Ji ber ku di armanca me de avakirina bajarên ekolojîst heye, me hewl da bi welatiyan re rasteraste ev mijare nîqaş bikin û anketekê li ser vê mijarê ava bikin. Di destpêkê de me got dibe ku gelek welatiyên agahiya wan bi bajarên ekolojîst tunebe ya din jî me xwest ji bo vê jiyana nû tê avakirin bila tercihekê welatiyan hebe."

'Xebata me li Kobanê bi awayekî fermî dimeşe'

Mehmet anî ziman ku heta niha hem bi anketan û hem jî bi civîn ve agahdarkirinê welatiyên Kobanê hatine serwextkirin û wiha domand: "Her çiqas em xebatek wiha bikin jî em ê vê projeyê di çarçoveya zagona Rojava de pêk bînin. Di nava nîqaşên me de hem pergala Rojava hem jî nêrîna tevgera azadiyê ya derbarê ekolojiyê de jî me esas girtiye û herî dawî me biryarek da. Dema ku me dest bi vî karî kir nêzikatiya rêveberiya Kobanê hêz û baweriyek pir mezin da me."

'Dikarin li ser koma me ya medyayê me bişopînin'

Derbarê pirsên di nava xebata anketê de jî Mehmet got ku li ser esasê bajarekê ekolojîst pirs hatine amadekirin û pirsên xwe wiha rêz kirin: "Dema ku hûn li Kobanê jiyaneke we çawa hebû? Mala we çawa bû? Bexçeyê we hebû yan na? Dema ku me ev pirs jê kirin jî em derbarê ekolojiyê de hinek bi dirêjî agahiya bi wan re parvedikin û pirsên xwe rasterast em jê dipirsîn. Dema ku em bingeha avakirina li ser ekolojiyê de pê re diaxivîn bi giştî em bertekên baş digirin. Şopdarên ku hewl didin xebatên me bişopînin jî me li ser medyaya civakî koma me ya bi navê 'Kobanêyi inşa etme platformu' heye. Heya niha li Mêrsîn, Enqere, Stenbol û Îzmîrê platformên me hatine avakirin û niha jî em li Pirsûsê vê platformê ava dikin. Yên ku dixwazin me bi şopînin dikarin li ser vê komê xebatên me bişopînin."

(kom/zt)