Ji bo înşakirina Kobanê dê kongreya navneteweyî bê lidarxistin
10:10
JINHA
RIHA - Hevserokên Kantona Cizîrê Hediye Yusuf û Ekrem Hiso ên ku ji bo jinû ve înşakirina Kobanê hin têkîliyan pêş bixin hatibûn, piştî hevdîtinên xwe temam kirin hatin Pirsûsê diyar kirin ku dê di rojên pêş de ji bo ji nûve înşakirina Kobanê kongreyeke navneteweyî bê lidarxistin.
Heyeta ku di nav de Hevserokên Kantona Cizîrê Hediye Yusuf û Ekrem Hiso jî hene ji bo hin têkîliyan ji bo înşakirina Kobanê pêk bînin hatibûn, hevdîtinên xwe temam kirin û hatin Pirsûsê. Hediye destnîşan kir ku ji bo înşakirina Kobanê dê rojên pêş de kongreyeke navneteweyî bê lidarxistin û ji bo înşakirina Kobanê ji rêveberên kantonê û şervanên YPG û YPJ'ê re hevdîtin pêk anîne. Hediye da zanîn ku kantonên Cizîr û Efrînê ji bo Kobanê dikarin çi bikin civîn li dar xistine û hersê kantonan di encama civînan de biryarên girîng girtine. Hediye got ku ji bo înşakirina Kobanê divê di serî de Deriyê Sînor ê Serxetê bê vekirin, zirarên heyî bên tespîtkirin di vê çarçoveyê de ji destên kê çi tê bikin.
'Divê korîdor bê vekirin'
Hediye destnîşan kir ku ji bo Kobanê dê kongreyeke navneteweyî bê lidarxistin û wiha berdewam kir: "Ji bo ku em bikaribin xebateke xurt bimeşînin em ê kongreyê pêk bînin. Ev kongre ji bo 3 kantonên me jî girîng e. Em ê wekî kanton dest bidin hev û ji bo Kobanê çi ji destên me tê bikin. Ji bo vê yekê jî divê bi lezgîn korîdor bê vekirin. Ji bo xebaketî xurt divê korîdor bê vekirin. Ji bo vê yekê jî wezîrên karên derve yên 3 kantorar jî hevdîtinên dîpolamatîk pêk tînin."
Hevserokê Kantona Cizîrê Ekrem Hiso jî anî ziman ku ji bo înşakirina Kobanê alîkariyên navneteweyî pêwîst e û ji bo alîkariyên navneteweyî bigihîjin jî divê korîdor bê vekirin. Ekrem bilêv kir ku 2 kanton jî ji bo Kobanê amade ne û wiha got: "Kobanê rûmeta hemû mirovahiyê parastiye. Bi mînaka berxwedana bêhempa ve bi saya YPG û YPJ'ê yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin Kobanê neket. Ji ber vê yekê jî divê ji bo Kobanê hemû kes seferber bibe. Ji bo vê yekê jî di demên pêş de em difikirin ku kongreyê li dar bixin. Divê hemû raya gişti bihistiyar be."
(zt)

