‘Hemû xweyalên Şîrînê bûyîna gerilla bû’
10:55
Vildan Atmaca / JINHA
WAN – Dayîka Şîrîn Kalkan (Silav Serda) ya k udi dema berxwedana Kobanê ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dayî ew vegot. Dayîka Şîrîn Xezal Kalkan girêdayî jiyana keça xwe Şîrîn wiha got: “Her roja ku diçu Şîrîn li hemberî bêmafiyên kum e kurdan jiyan dikir zêdetir maf dida tekoşîna gerillayan û daxwaza wê ya tevlî nava refên PKK’ê bûnê zêdetir dibû. Ez jî bi tekoşîna keça xwe serbilindim.”
Ev 5 mehe şervanên YPG û YPJ’ê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şerê parastina vîna mirovahiyê dikin. Piştî operasona YPG û YPJ’ê ya paqişkirina navenda bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê di 26’ê çileyê de despêkirî, niha jî heman operason lig undan berdewam dike. Di operasona paqijkirinê de gelek çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û di qadên berxwedanê de şervanên YPG û YPJ’ê yên jiyana xwe ji dest dan jî çêbûn. Yek ji wan jî şervana YPJ’ê Silav Serda ya k udi operasona paqijkirinê de din ava wan û çeteyan de di 15’ê Sibatê de şer derketî û di wî şerî de jiyana xwe ji dest dayiye. Dayîka Şîrîn Xezal Kalkan diyar kir ku Şîrîn li peyî xeyal û tekoşîna xwe çu.
Şîrîn Kalkan: Dayê ma em ji bo bên perçiqandin hatine çêkirin?
Xezal da zanîn ku keça wê Şîrîn di roja dîrokiya berxwedana kurdan di roja 15’ê Tebaxa sala 2010’an de dema 14 salî bû beşdarî nava refên PKK’ê bû û wiha domand: “Şîrîn her dem ji wê pirsên weke: ‘Dayê çima kurd tên perçiqandin? Ma ji bo em bên perçiqandin hatine çêkirin?’ dipirsî. Şîrîn ji bo doza gelan jiyana xwe ji dest da. Şêrîn din ava bêmafiyên ser me kurdan dihat kirin her roja diçu zêdetir digihişt û zêderi maf dida tekoşîna gerillayan. Ez jî bi tekoşîna keça xwe serbilindim.”
‘Vê carê min ew maçkir lê ew şiyar nebû’
Xezal anî ziman ku keça wê Şîrîn zarokek têgihiştî û ji aliyê derdorê ve dihat heskirin û wiha berdewam kir: “Dema kum in cenazeyê Şîrînê dît weke ew razaye dê çend saet paşê şiyar bibe mine w dît. Ji bo ku Şîrîna min şiyar bibe mine w hembêz kir, maç kir û bêhin kir, lê şiyar nebû. Her çendî mine w heşk himbêz kir ji bo şiyar bikim, lê şiyar nebû. Keça min ya min wê bi maçkirinekê şiyar dikir, lê vê carê şiyar nebû. Weke her dayîkan cigera min jî di şewite, lê ez serbilind û bi rometim. Bila serê hemû gelê kurdê bi romet saxbe.”
‘Şîrîn xwediyê vînek bihêzbû’
Hevala Şîrîna YPJ yî ya herî nêz û xizma wan Husna Kalkan jî diyar kir ku her dem Şîrîn bi xeyalê bûyîna gerilla mezin dibû û wiha got: “Her dem di xeyalên Şîrînê de bûyîna gerilla û ji bo gel şer kirin hebû. Rojekê j imin jî pirsî tu dixwazê bibê gerilla? Min jî bersiva na dayê. Şîrîn xwediyê vînek bihêzbû. Dema tiştk bixista serê xwe dikir. Ez ne weke wê bûm.” Husna bilêv kir k udi zarokatiyê de Şîrîn gelek ji listokên weke şelîtanê û lîstoka xêzkirinê hezdikir û wiha domand: “Ew weke navê xwe şîrîn bû. Ez bawerim din ava hevalên xwe yên tekoşînê de jî wihabû.”
(zt)

