Li Êlihê jin amadekariyên 2’ê Adarê dikin

11:41

 


JINHA


ÊLIH Li Êlihê dibin pêşengiya KJA yê de amadekariyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê berdewam dike. Amadekariyên 2 yê Adarê ya ku dê jin bi duruşma “Emê bi berxwedana jinên Kobanê xwe rêxistin bikin û jiyanê azad bikin” bi hezaran jin dakevin qadan ber bi qediyanêne.


KJA yê bi duruşma “Emê bi berxwedana jinên Kobanê xwe rêxistin bikin û jiyanê azad bikin” dest bi xebatên xwe yên ji bo starta çalakiyên 8’ê Adarê yên Êlihê dê di mitînga mezin ya 2’ê Adarê de bê dayîn kirin. Ji bo mitînga mezin ya 8’ê Adarê ya Êlihê jin tax tax digerin. Xebatên ku dibin rêveberiya KJA yê de hatine despêkirin di despêkê de bi civînên jinan yên di meclisên taxan de despêkir. Di civînên jinan yên meclisên taxan de Endama Meclisa Şaredariyê Emine Kayar axivî û got: “Dê jin bi deng, reng, kincên xweyên netewî û lîlandinên xwe dakevin qadan. Emê li hember şidet û qirkirinên jinan bi yek dengî dakevin qadan.”


‘Dê jinên kurd bibin çem û bi herikin’  


Di civîna ku jin bi kincên xwe yên netewî ve beşdarbûn de aktîvîsta KJA yê Semra Guneş jî diyar kir ku divê beşariya mitînga 2’ê Adarê ya dê di saet 10.00’an de despêbike gelek zêdebe û wiha domand: “Emê di 2’ê Adarê de derê xwe bigirin û dakevin qadan. Dê roja jinan ya îsal ji hemû salên dinê cudabin. Azadiya Kobanê bû azadiya jinan.” Di dawiyê de Semra bang li hemû jinan kir û wiha got: “Berxwedana YPJ’ê ya li Şengal û Kobanê berdewam dike jinên kurd bi hemû cîhanê dan nasîn. Emê jî alaya hevalên xwe yên şehîd bigirin û dakevin qadan. Dê jinên kurd bibin çem û biherikin. Dê peyama me ya ku em li qadan bidin evbe; heya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û jin azad nebin emê li qadan bin. Emê di 2’ê Adarê de hêza jinên kurd ya kul i Rojava nîşanî hemû cîhanê dayî li Êlihê jî nîşan bidin.”


 (zt)