Ji bo Kobanê silava roja 165'an
11:59
JINHA
RIHA - Şervanên YPG/YPJ’ê ku piştî Kobanê azadkirin yek bi yek gundê wê jî azad kirin û xwe gihandin Firat û Girê Spî, li gundê Miseynter û Elîzer ji aliyê nobedarên sînor ve cara 165'an hatin silavkirin.
Di zincîra mirovahiyê ya li gundên Miseynter û Elîzer a Pirsûsê didomin de nobetên sînor di roja 165'an de hatin cem hev. Li gundê Miseynterê li hemberî taxa Kaniya Kurdan a navenda bajarê Kobanê û li gundê Elîzer jî li hemberî gundê Kosik nobedaran destê hev girtin û şervanên YPG/YPJ’ê yên operasyonên azadkirinê didomînin silav kirin. Berxwedêrên gundê Miseynterê berê xwe dan Kobanê û bi dirûşmeyan silav şandin, li gundê Elîzer jî şêniyên gund tevli zincîra mirovahiyê bûn û ji 7’an heta 70’ê tevli çalakiyê bûn. Di çalakiyê de alên PKK, KCK, YPG û YPJ’ê û her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.
Di çalakiyê de kesên jiyana xwe ji dest dabûn jî hatin bibîranîn.
(zt)

