Hat îdiakirin kul i Akhisarê jina 62 salî întihar kiriye
12:49
Sibat
26
/ 2015
JINHA
MANİSA – Hat îdiakirin ku jina 62 salî Ummuhan Donmez li navçeya Akhisarê xwe xeniqandiye.
Hat îdiakirin ku dayîka 3 zarokan Ummuhan Donmez ya 62 salî kul i taxa Efendi ya navçeya Akhisar ya Manisayê dirune bi dara li baxçeyê xwe de xwe hilawistiye û xeniqiye. Ser agahiya cîranan polîs çun cihê bûyerê li gel lêkolîna li cihê bûyerê kirin cenaze rakirin Saziya Tiba Edli.
Girêdayî bûyerê lêpirsîn berdewam dike.
(zt)
