Bernameya Meşa Jinên Cîhanê diyar bû
14:45
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Bernama Meşa Jinên Cîhanê ya ku dê ji bo balkişandina ser tekoşîna jinên kurd ya ji bo azadiya jinan û welatan li himberî deshilatiya mêran li Bakur û Rojavayê Kurdistanê tê meşandin dê starta wê li Nisêbînê bê dayîn hat diyar kirin.
Bernama Meşa Jinên Cîhanê (DKY) ya 4’emîn dê îsal bi duruşma “Em ji bo xwe, keda xwe û axa xwe dimeşin” starta wê li Nisêbînê bê dayîn hat diyar kirin. Dê Meşa Jinan ya Cîhanê ya ku ji aliyê KJA yê ve amadekariyên wê tên kirin û dê ji gelek welatên Ewrupa û Rojhilata Navîn jin beşdar bibin dê di 6-7’ê Adarê de ji Nisêbînê despêbike. Meşa ku dê 6’ê Adarê ji Nisêbînê despêbike lingê wê yê Tirkiyê dê di 16’ê Adarê de li Îzmîrê bi dawî bibe. Dê DKY paşê jî li Yunanistanê derbazî bajarên Selanik Eddesa yê bibe.
Bernameya DKY wihaye;
Nisêbîn-Mêrdîn
Dê vekirna Meşa Jinên Cîhanê 6’ê Adarê roja înê saet di 9.00’an de li Nisêbînê bê kirin. Dê di navbera saet 9.00-11.00’an de bi navê ‘Konfedralîzma Demokratîk û Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinan despêkirî’ û ‘Mêtîngeriya xweza û ekolojiyê’ bi panel û foruman bên pêkanîn. Dê ji saet 13 heta 16’an jî panel û forumên bi navê ‘Nîqaşên jineolojiyê’ û ‘Keda jinan û bi her awayî şidetên ser jinan’ berdewam bike. Dê roja 6’ê Adarê di saet 18.00’an de bi guhdarkirina muzîka bi dengê Hunermend Mizgîn Tahir bi dawî bibe.
Dê di 7’ê Adarê de bernama DKY ê ji Nisêbînê ber bi Mêrdînê ve despêbike. Dê di 7’ê Adarê de li ser sînor bi jinên Kantona Cizîrê re hevdîtin çêbibin. Dê mitînga mezin di saet 9.00’an de li Nisêbînê despêbike. Dê piştî mitîngê jin bi meşekê ber bi Mêrdînê ve bikevin rê. Di saet 16.30’an de jî li Mêrdînê meş bê kirin. Dê bernama 7’ê Adarê di saet 18.00’an de jî bi pêşandana dansê û guhdarkirina muzîkê bi dawî bibe.
Amed
Dê piştî Nisêbîn û Mêrdînê di 8’ê Adarê de jî derbazî Amedê bibin. Li Amedê jî piştî meşê dê di saet 11.00’an de mitîng despêbike. Di saet 17.30’an de jî dê jin li Navenda Çandê ya Cigerxwînê ji bo xwarina êvarê bicivin. Dê piştî xwarinê li Navenda Çandê ya Cigerxwînê di saet 19’an de bi navê ‘dansa 4 derî 40 cîh’ û pêşangiha ‘keda jinan û nepenî’ bê pêşandan. Dê di 9’ê Adarê de çalakiyên Amedê di saet 11.00’an de li ber peravên Dîcleyê berdewam bike.
Antakya
Dê di 10’ê Adarê de jî DKY di konê li parqa Sevgi Direniş ê yê Antakyayê jin di serê sibê de bi hev re xwarina taştê bixwin. Piştî xwarinê dê jin Kiliseya St. Pierre û Muzeya Mozaik bigerin. Saet di 15.00’an de dê Foruma Aştiyê û mitîng pêkbê. Dê mitîng bi dayîna konseran bi dawî bibe.
Dê di 11’ê Adarê de jin derbazî Mêrsînê bibin û di saet 08.00’an de li wê taştê bixwin. Dê di saet 10.00’an de jî mezarê jinên hatine qetilkirin Leyla Şaylemez û Ozgecan Aslan ziyaret bikin. Paşê jî di saet 12.00’an de dê malbata Ozgecan ziyaret bikin.
Antalya
Di 12’ê Adarê de jî dê jin derbazî Antalya bibin. Saet di 08.00’an de jin li gundê Ahmetler ê taştê bixwin. Di saet 13.00’an de jî dê pêşangeha bi navê ‘Jiyana jinan ya rojane din ava bajêr de’ li Meydana Cumhuryetê bê pêşangan. Dê di saet 14.00’an de jî li gel jinên ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ya Antalya ve ji kar hatine avêtin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Di saetên nîvro de dê Bîrdariya Alyazma û hindirê kaleyê ziyaret bikin. Di saetên şevê de jî bi amadekirina karneval bi dawî bibe.
Mugla
Dê di 14’ê Adarê de di saet 08.00’an de li Dalyayê ceribandinên berxwedana ekolojiyê bên parkirin. Di saet 13’an de li Meydana Sinirsiz meş bê kirin. Di 15’ê Adarê de di saet 11.00’an de li Cemeviya Didim ê girêdayî 8’ê Adarê dar bên çandin û paşê jî dê Tapinaga Artemis û Kiliseya Dayîka Meryem bê ziyaretkirin.
Îzmir
Di heman rojê de dê derbazî Izmîrê bibin û di saet 15.00’an de xebatên atolyayê bên despêkirin. Saet di 18.00’an de jî li Meydana Gundogdu meş bê kirin. Di saet 19.30’an de jî konser bê pêşandan. Di 16’ê Adarê de jî dê li Îzmîrê çalakî berdewam bikin. Dê di saet 11.00’an de jî taxa depoya nukleer Gaziemir ziyaret bikin. Di saet 13.00’an de jî gundê Selçuk Gokçealan ziyaret bikin. Di saet 15.30’an de jî Şîrînce ziyaret bikin û derbazî Selanik ê bibin.
Yunanistan
Di 17’ê Adarê de jî piştî Meydana Aristotelous li gel jinên karkerên ji aliyê Wezareta Yunanistanê ve ji kar hatin avêtin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Paşê jî dê meş û xwarina jinan ya şêwirmendiyê bê dayîn.
18’ê Adarê roja çarşemê di saet 11.00’an de li Salona Konferansê ya Karavan ê çalakiya (Çalakiyê Tirkiyê, kirîz û Pirsgirêkên Jinên di berxwedanê de dibînin) bên pêşandan. Paşê jî dê civîna bi navê ‘Di pêşerojê de çalakiyên hevbeş û Koordinasyona Şêwirmendiyê’ bê li darxistin. Di saet 19.00’an de li Selanikê dê Foruma Rêxistinên Civakî bên dayîn.
Di heman rojê de tê payîn ku DKY derbazî Edessayê bibin. Piştî ziyareta Vergîna dê jinên fabrîqeya tekstîlê ya Edessa yê ziyaret bikin û dê li Edessa yê çalakî bê li darxistin.
(zt)

