Bi sedan wesayît li ser riya Kobanê ne
15:20
JINHA
RIHA - Bi hezaran welatiyên Kobanê yên ku ji ber êrîşên çeteyan hatin Pirsûsê ligel daxuyaniya rayedarên Kantona Kobanê jî bi sedan wesayîtan li ser riya Deriyê Sînor ê Serxetê rêz bûn.
Piştî ku şervanên YPG/YPJ'ê bi berxwedana bêhempa çeteyên DAIŞ'ê ji Kobanê derxistin û Kobanê azad kirin, bi hezaran welatî li ser riya vegera Kobanê ne. Welatiyên ku bi wesayîtan berê xwe dan Deriyê Sînor ê Serxetê hewl didin vegerin Kobanê. Heta niha li ser riya Kobanê bi sedan wesayîtên rêz bûne. Di nava wan de jin û zarok jî hene bi hêviya ku vegerin Kobanê li noqteyên lêgerînê yên ji hêla leşkeran ve hatiye danîn tên rawestandin. Hat ragihandin ku leşker nahêlin ku welatî vegerin Kobanê.
(zt)

