Li hembeîr zagonan înat 8’ê Adarê fiyetê kincên netewî dadixin

09:37

 


Tekoşin Tekin/JINHA


AMED – Kooperatîfa Jinên Rezan ya Amedê bi kedek hevbeş kincên kurdiyên bi şêweyên cuda diruyîn dê pêşangeha ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê bê vekirin de ji bo jinan bi dahatek kêm bê dayîn. Xebatkarên kooperatîfê diyar kirin ku bi tayîbetî jî ji ber ‘Paketa Ewlehiya Navxweyî’ ya ku kincên netewî weke ‘propagandaya rêxistinê’ dibînin divê hemû jin di 8’ê Adara îsal de bi kincên netewî dakevin qadan.


Kooperatîfa Jinên Rezan ya ku dibinya Şaredariya Rezan de xebatên xwe birêve dibin bi keda jinan hem kincên jinan yên netewî û hem jî çenteyên milan çêdikin. Kincên ku ji aliyê xebatkarên kooperatîfê ve tên çêkirin li Amedê gelek tên ecibandin. Jinên di kooperatîfê de dixebitin amadekariyên pêşangehek ya kincên kurdî ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê dikin û hemû jinên li wê di xebitin bi nêrînek hevpar fiyetê kincan ji bo jinan di pêşangehê de kêm dikin.


Bi boneya 8’ê Adarê kêm kirina fiyet


Seroka Kooperatîfa Jinên Rezan Besile Narin girêdayî xebatên xwe û pêşangiha wan ya kinc û çanteyan ya ji bo 8’ê Adarê nirxandin kir. Besile diyar kir ku ew xebata jinan ya hefpar bingeh digirin û jin berhemê wê xebata xwe ya hevbeş ji bo xwe digirin. Besile da zanîn ku ew 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê ji bo tekoşîna jinan giring dibînin û wiha got: “Emê weke Kooperatîfa Jinên Rezan di 8’ê Adarê de li qadan stantan vekin û emê kincên xwe yên netewî ji bo jinan pêşkêş bikin û bi nîv biha bidin.”


‘Bila jin bên herêma me ya jiyana hevbeş bibînin’


Besile bibîrxist ku kincên kurdiyên weke parçeyek ji çanda kurdane di ‘Paketa Ewlehiya Navxweyî’ de weke ‘propagandaya rêxistinê’ tê dîtin, li hemberî van êrîşên ser çandê divê her kes kincên kurdiyên netewî li xwe bikin û wiha domand: “Ji ber em dibinya kooperatîfê de dixebitin fiyetê tiştên me gelek erzane. Ji xwe armanca kooperatîfê xwe gihandina feqîrane, ji ber wê fiyetê tiştên me erzanin. Em dixwazin ev hilberîna em bi awayek komûn dikin her kes jê sudê bigirin û li xwe bikin. Em dixwazin li vêderê ne tenê çend jin bi sedan jin bixebitin.”


(zt)