Li Amedê mîhrîcana sînemayê ya alternatîf

14:34

JINHA


AMED- Di daxuyaniya ku ji aliyê Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve hat dayîn de, hate aşkerakirin ku di navbera 22-28’ê cotmehê de, wê Mîhrîcana Navnetewî ya Fîlman a Amedê, bê lidarxistin. Di naveroka mîhrîcanê de, dewlemendiya çandî, naveroka civakî, bihîstyariya Ekolojîk, azadiya jinê, wekheviya civakî, demokrasî, azadiya zimanê zikmakî û gelek prensîbên din cih digirin.


Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, li Salona Şanoyê ya Navenda Çandê ya Ciwanan a Cegerxwînê, civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de hate ragihandin ku di navbera 22-28’ê Cotmehê de, wê Mîhrîcana Fîlman a Navnetewî ya Amedê bê lidarxistin. Rêveberê Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn Îlham Bakir, der barê mîhrîcanê de agahî da. Îlhan, diyar kir ku dixwazin bi rêya mîhrîcanê, berhemên sînemayê, bi nêrîna demokratîk, civakparêz, wekheviya zayendî, ekolojîkû hunereke alternatîf, bi gel re bînin ba hev. Îlhan, da zanîn ku hewl didin bi mîhrîcanê re, di serî de sînemavanên kurd, sînemavanên Rojhilata Navîn û hemû hunermendên ku ji bo van nirxan berheman çêdikin, bînin ba hev.



Îlhan anî ziman ku bi Mîhrîcana Fîlman a Navnetewî ya Amedê, dixwazin ku mîhrîcaneke fîlman a navenda wê civak e, pêk bînin û wiha got: "Mîhrîcan, ji bo pêşketina sînemaya kurd, dê bibe bingeheke girîng. Di heman demê de bi vê mîhrîcanê re, hilberînên sînemayî yên gelên Rojhilata Navîn bên nîşandan. Ev mîhrîcan, dê bibe sedem ku sînema bi van esasan ve girêdayî, li Rojhilata Navîn bipêş bike. Di mîhrîcanê de, bi tîrêja prensîbên di sînemaya cîhanê de, berhemên sînemayî yên bên diyarkirin, bikaribin bibin xwedî derfeta temsîliyetê."


Foto - Kamera: Hulya ADIYAMAN


(ha/hp/ho)