Şanoya ‘Li ser gulê têm kuştinê’ derket dikê

10:25

 


Şêrîn Hiso / JINHA


AMED –  Ji lîstikvanên beşa Şanoyê ya Navenda Çand û Hûnera Ciwanan a Cegerxwînê Rabiya Heybetoglu ya ku testa şanoyê nivîsandiye girêdayî şanoya ser jiyana Mihemed Şêxo axivî û got: “Piştî ku me ser jiyana Mihemed Şêxo lêkolînkir em bûn heyranên wî. Mihemed Şêxo ne tenê hûnermendekî deng xweş e, wî bi hûnera xwe, têkoşînek daye meşandin.”


Şanoya derbarê jiyana Mihemed Şêxo, ya ku ji aliyê şanoger û mûzisyenan ve hatiye amade kirin di 26’ê Sibatê de li salona Şano ya Navenda Çand û Hûnera Ciwanan ya Cegerxwîn derket pêşberî şanohezan. Şano, bi armanca danasîna jiyana Hunermed Mihemed Şêxo, têkoşertî û berxwedaniya wî hatiye çêkirin. Hunermendê Kurd Mihemed Şêxo,  li gundê Gîrbanîn yê girêdayî  bajarê Qamişlo ye di sala 1948’an de ji dayîk bûye. Di sala 1959´an de dest bi xwendinê kiriye. Mihemed Şêxo,tenê 3 salan di dibistanên gund de xwendiye. Mihemed Şêxo 1973’an de derbazî Başûrê Kurdistanê dibe û li wir wek hozan û şervanankî di nava refên Pêşmergeyan de kar dike. Bi têkçûna Şoreşa Başûr Mihemed derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibe û dest bi mamostetiya mûzîkê dike.  Mihemed piştî demekê bi biryara hikûmeta Îranê tê girtin û demekî di girtîgehên Rejîma Îranê dê dimîne. Piştî ji girtîgehê derdikeve, di sala 1983’an de vedigere Rojavayê Kurdistanê. Mihemed di Adara 1989’an de çû ser dilovaniya xwe.


‘Dêvê her dem em hunermendên xwedî ked lêkolîn bikin’


 Rabiya anî ziman ku fikra  li ser jiyana hûnermendê nemîr Mihemed Şêxo şanoyek bê çêkirin ji hevalên wan yên beşa mûzîkê hat pêşnîyarkirin. Rabiya dest nîşan kir ku di salên dawî de mûzîka kurdî bi aliyek din ve diçe û wiha dewam kir: “Mûzîka kurdî ji taybetmendiya  xwe dûr dikeve, ji ber vê yekê pêwîste ku mirov her tim li kesên ku rêgezên sereke di mûzîka Kurdî de danîne lêkolîn bike, nas bike. Mihemed Şêxo jî dê her tim bi rêya stranên xwe di nava gelê Kurd de zindî bimîne. Dema me bi awayekî lêhûrî li ser jiyana Mihemed Şêxo lêkolîn kir, derket holê ku di jiyana Mihemed Şêxo de bûyerên cûda çêbûne. Ev ji bo me bû armanc ku em van bûyeran bi gel re bidin nasîn, ji ber vê yekê  jî me dest bi amadekariya şanoya derbarê jiyana  Mihemed Şêxo kir.”


 ‘Gula Mihamed Şêxo Kurdistan e’


Rabiya bi lêv kir ku Mihemd Şêxo ne tenê hûnermend bû, Mihmed Şêxo têkoşerek mezin bû jî û wiha got: “Hemû hûnermendên Kurd yên ku di wan salan de dest bi xebatên hûnerî kirin, gelek  astengî  jiyan. Astengî û zordariyên ku Mihemed  Şêxo û hûnermendên wê demê jiyan kirin pir mezin bûn. Malbata Mihmed Şêxo jî di destpêkê de li hemberî hûnera Mihemed Şêxo bertekên neyînî nîşan dane.  Demên dawî de malbata wî  jî famkir ku hûnera wî jî rengek ji rengên berxwedanê ye. Piştî ku Mihemed Şêxo wek hûnermendekî di nava gel de hat nasîn, şoreşa Başûrê Kurdistanê destpêkir. Mihemed Şêxo, di zindanên Îranê de jî demekê ma.  Di stranên Mihemd Şêxo de yek  tiştê ku bala mirov dikşîne, gelek caran derbasbûyina navê ‘Gulê’ ye. Me xwest ku em ji gel re û hemû guhdarvanên Mihemd Şêxo re ragihînin ku Gulê ne evîndara Mihemed Şêxo ye, ew Kurdistan e.”


‘Stranên Mihemed Şêxo dê bên gotin’


Gulbîn Bozan ya ku ji beşa Şanoyê ya Navenda Çand û Hûnera Ciwanan a Cegerxwînê mezûn bûye, destnîşan kir ku hêviya Mihemed Şêxo ya herî mezin ew bû ku, rojekê di Kurdistana azad de stranên xwe bêje. Gulbîn anî ziman ku şano bi xebatek komûn hatiye amadekirin û wiha axivî: “Li ser dikê dê 2 lîstikvan tenê bên xuyakirin, lê li paş dikê jî kedek mezin tê  dayîn. Mûzîk û stranên Mihemed Şêxo dê bi awayekî zindî bên gotin. Amûrên me, Tembûr e, Bizik, Qanûn û def in. Stranên ku li ser dikê bên gotin dê girêdayî mijara lîstikê ye. Stranên Mihemed Şêxo pir in; me ji wan  stranan ‘Hefs û Zindan, Pêşkevin, Ey felek û  Ay lê Gulê’ hilbijartiye. Armanca me ew e ku em bi vê şanoyê karibin rastiya hûnera Mihemed Şêxo ji gel re diyar bikin. Her kes Mihemed Şêxo nas dike lê ev jî hewldaneke ku Mihemed Şêxo bi rastiya xwe nava gel de bê naskirin.”


(ch/zt)