Ayten Dersim: Divê hemû roj vegerin 8’ê Adarê
10:39
Dicle Arya/JINHA
BEHDÎNAN – Endama Koordinasyona KJK’ê Ayten Dêrsim girêdayî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê nirxandin kir û got: “Em weke jin rêgeza ‘xwe bizane’ bingeh digirin û bi vê rêgezê heya em azadiya xwe bidest nexin emê tekoşînê berdewam bikin. Emê hemû rojan vegerînin 8’ê Adarê û azadiya xwe bidest bixin. Dê Civakbûn, Jinbûn, tekoşîn û azadiya me bê bidestxistin. Em zêdetir xwe bi rêxistin bikin emê bi dîroka xwe re bên bahev. Dê duruşma me ya bingehîn ‘yan azadî yan azadî’ be.”
Di 8’ê Adara sala 1857’an de karkerên jin ên ku 15-16 saetan di bestir ê de li Emerika yê dixebitîn ji bo başkirina şertên karê xwe li gel mêran wekhev karkirin û wekhev mûçegirtinê û daxistina saetên kar heya 8 saetan dest bi girevê kiribûn. Girev bi zarê û bi xwînê hat çewisandin. 129 jinên kedkar biz indî şewitandin û qetilkirin. Di sala 1910’an de 8’ê Adarê weke Roja Jinên Kedkarên Cîhanê hat pejirandin. Girêdayî 8’ê Adarê Endama Koordinasyona Komela Jinên Kurdistan (KJK) ê Ayten Dêrsim nirxandinên giring kir. Ayten Dêrsim di serî de rojek wiha despêkê li jinên kurd û hemû jinên cîhanê pîroz kir. Ayten diyar kir ku dema rêxistinbûna jinan zêde dibe dewlet jî lez dide polîtîkaya xwe ya tacîz, tecawîz û terorê. Ayten balkişand ser tekoşîna jinan û parastina cewharî û wiha got: “Polîtîkaya dewletê ya heyî înkar, bişaftin, tinekirin û ji holê rakirine. Ji xwe dema mijar dibe jin zêdetir xedar serdetê. Di salên dawî û rojên dawî de ev zêdetir tê dîtin. Li hemberî hişê mêran yê deshilatiyê divê em jin jî xwe bi rêxistin bikin û tekoşîna xwe bilind bikin. Divê tekoşîna me ya bingehîn jî parastina cewherî be.”
‘Her dem jin din ava tekoşînê debûne’
Ayten da zanîn ku ev pênc hezar salin jin li himberî hişmendiya mêran tekoşînê dikin, mêr jî hemû hîlebaziya xwe xistine dewrê û xwestine jinan kole bikin. Ayten destnîşan kir ku jin jî li hemberî van hemûyan her dem ji bo parastina xwe û hebûna xwe tekoşîn kirine û wiha domand: “Bi tekoşîna xwe ya sed salan bi hezaran bedelên giran û qehermaniyên mezin jiyan kirine. Ev dîroka berxwedanê ji aliyê deshilatan ve nahatiye dîtin. Bi vê jî hişmendiya dîroka nehatî nivîsîn ne dîroke nêzbûne û hişmendiyek wiha dane avakirin. Bi qasî nedîtina zindîbûna dîrokê kor bûne, ji ber wê jî jinan û civakê her dem aliyê xwe yê ehlaqî û polîtîk parastine û ji bo parastinê tekoşîn kirine.”
‘Sepandin her dem bi hişê dewletê û hişmendiya kor hatiye kirin’
Ayten bilêv kir ku her roja diçe berpirsê hişmendiya dewletê mêr bi çanda tevawîzê jinan qetildikin û difikirin dê bi qetilkirinan jinan tine bikin û wiha berdewam kir: “Dema ku tekoşîna jinan ya azadiyê pêşdikeve, li hemberî wê dewletê jî lez dide pêşxistina çanda xwe ya tecawîzê. Ev tê dîtin ku kirinên tên jiyîn ji polîtîkayên dewletê ne cudane. Ji ber halê dewletê yê heyî înkar, bişaftin, tinekirin û ji holê rakirine. Ji xwe dema mijar dibe jin zêdetir bi xedar dibe. Di salên dawî û rojên dawî de ev baş tê dîtin. Em dibînin ku îro li her deverên cîhanê dixwazin jinan û mirovahiyê bêxin cehnemê. DAIŞ herî zêde li hemberî jinane û hêzek ya kevneperest û paşdemayîye. Hişmendiyek ya jinan weke alîkarê mêr, emanetê mêr, wê weke malê xwe dîtin bi xwaze lê dixe, bixwaze hez bike û qetil bike heye. Li hemberî vê hişmendiyê tenê em jin bi rêxistinê dikarin serkevin. Divê tekoşîna me ya herî bingehîn jî parastina cewharî be. Ji ber di civakê de yên herî bê parastin hêlane jin û zarokin.”
‘Divê em parastina xwe ya cewherî pêşbixin’
Ayten destnîşan kir k udi cîhanê de ti zindî bê parastin nîne, heya gulê jî amêrên xweparastinê hene. Ayten derbirî ku dewletê jin û mirovahî ji bo mehtacî xwe bike bê parastin hêlane û wiha dom kir: “Ji ber wê jî divê em jin di serî de parastina cewherî bingeh bigirin, azadiya xwe bi dest bixin. Mînaka herî berbiçav jî di Rojhilata Navîn de li hemberî faşîzma DAIŞ’ê şervanên YPJ’ê yên ji bo azadiya jinan şer dikin, hêza xwe ya cewherî avakirine û deskeftiyên mezin bi dest xistine. Ji bo parastina cewherî jî di serî de pêdivî bi hişmendiya cewherî, vîna cewherî û rêsitinbûna cewherî heye. Divê em bikarin xwe li hemberî hemû cure êrîşan biparêzin.”
‘Em li derdora rêxistinek evbeş bicivin’
Ayten anî ziman ku divê li hemberî hişmendiya mêran ya pênc hezar salan rêxistinbûn pêşbikeve û wiha got: “Di 8’ê Adarê de em bi hişmendiya dîrokê bûn, bi vîn û şanaziya jinbûnê bi koka xwe re hevdîtinê, em vîna cewherî û hişmendiya cewherî bihêz bikin û xwe zêdetir bi rêxistin bikin. Emê bi hişmendiya zêdetir rêxistin û azadiyê roja xwe ya îro baştir têbigihin. Em jin li kîjan aliyê cîhanê dibin bila bibin divê em li dora rêxistinek hevbeş bicivin.”
‘YPJ xwediyê mîrasek bi hêze’
Ayten diyar kir ku weke jin kokek ya wan ya gelek kur ya berxwedanê heye ku digihe mîras û milîtanên pêşeng yên ji Clara Zetkin heya Sakîneyan dirêj dibe. Ayten da zanîn ku YPJ jî xwediyê vê mîrasa bi koke û wiha axivî: “Em ser erdnîgariya Rojhilata Navîn dijîn. Şer ruyê xwe yê herî qirêj ser vê erdnîgariyê dide jiyan din. Divê em jî li hemberî van şerên qirêj parastina xwe ya cewherî pêşbixin.”
‘Divê pergala konfedralîzma demokratîk bê avakirin’
Ayten anî ziman ku divê li hembrî modernîteya kaputalîst moternîteya demokratîk bê pêşxistin û netewa demokratîk bê avakirin. Ayten bilêv kir ku divê ji bo derbaskirina hişmendiya deshilatiya dewletê û xilaskirina jinan û gelan û pêşxistina komunên civakî tekoşîn bê dayîn. Ayten da zanîn ku çiqas zêde demokrasî ewqas kêm formûla dewletê. Ayten desnîşan kir ku divê jin vîna xwe ya cewherî û rêxistinbûna xwe ya cewherî pêşbixin û wiha domand: “Emê weke jin rêgeza ‘xwe bizane’ bingeh birin û heya azadiya xwe tekoşînê bikin. Emê pergala xwe ya konferdalîzma demokratîk weke kes û saziyan li hemû Rojhilata Navîn û hemû cîhanê belav bikin. Emê hemî rojan vegerînin 8’ê Adarê û azadiya xwe bidestbixin. Emê civakbûna xwe, jinbûna xwe, rêxistinbûna xwe û azadiya xwe bidestbixin. Emê zêdetir xwe bi rêxistin bikin û bi dîroka xwe re bên bahev. Dê ‘yan azadî yan azadî’ duruşma me ya serekebe.”
(zt)

